Salvegera 23 yemîn a qetlîama El Halîlê

Salvegera 23 yemîn a qetlîama El Halîlê

Ji ser qetlîama El Halîl a ku di 25ê Sibata 1994an de li bajarê El Halîla Filîstînê wextê nimêja sibê di Mizgefta Hz Îbrahîm de pêk hatibû û 67 Misliman hatibû şehîdkirin 23 sal derbas bû.

Ji vir 23 sal ber di Meha Remezanê de li bajarê El Halîla Filîstînê di 25ê Sibata 1994an de dema ku Mislimana nimêja sibê dikirin di Mizgefta Hz Îbrahîm de ji teref Sîyonîstên îşqalker ve 67 Misliman hatin qetilkirin û nêzî 300 kesan jî birîndar bûn.

Armanca Sîyonîstan ew bû ku piştî Qudsê ji bajarên Pêxemberan ên Filîstînê bajarê Mizgefta Hz Omer a li bajarê El Halîlê îstîla bikin û bikin sinagoga Yahudiyan. Sîyonîstên îşqalker

Di 15ê Meha Remezanê roja înê dema nimêja sibê dihat edakirin Misliman li mizgeftê hatibûn cemhev û bi bedenên xwe yên paqij berê xwe dabûn Xweda. Di vê heyamê de Sîyonîstên îşqalker êrîşê Mislimanan kirin.

Di encama êrîşê de 67 Misliman hatin qetilkirin û nêzî 300 kesan jî birîndar bûn. Lê dinya dengê xwe ji vê qetlîama El Halîlê re dernexist. Ev wehşet ji teref îşqalkeran ve hat diyarkirin ku vê yekê kesê bi navê Barush Goldstîen ê ku eqlê wî ne temam e kiriye.

Qetlîama El Halîlê ji qetlîamên ku şebekeya terorê pêk aniye yekî ye

Ji xwe ji teref kesên ku bibûn şahidê vê qetlîamê ve jî dihat diyarkirin ku vê yekê kesê eqlê wî ne temam e kiriye. Dûvre şahidekî vê hedîsê wiha qala êrîşê dikir: “Dema ku me rekaeta yekemîn eda dikir. Kesekî hat cem me. Di gûhên wî de berguhk hebû. Vê kesê dest bi gulereşandina ya ser me de kir. Çi qas carcûrên wî vala dibûn kesekî din ê cem wî carcûrên din dida wî. Her roj li vir 30-40 leşker hebûn. Lê wê rojê bes 7 leşker li ber deriya derve hebûn.”

Her wiha bes êrîş nehatibû kirin. Alîkarîkirina li van birîndaran jî hatibû astengdarkirin. Vê yekê şahidên hedîsê û yên ku birîndaran dibirin nexweşxanê diyar dikirin.

Endamên çapemeniyê yên ku têkiliya wan bi Sîyonîzmê re hene ji bo ku gelê Filîstînê yên Misliman wek terorîst bidin nîşandan û tekoşîna wan a azadiyê asteng bikin vê hedîsê wekê “êrîşeke ferdî” didan nîşandan. Lê van êrîşên Sîyonîstên îşqalker bi plan dihatin lidarxistin wek “êrîşeke ferdî” didan nîşandan. Mislimanan jî her tim diyar dikirin ku ev berê hatiye plankirin.

Daxuyaniya HAMASê ya herî ewil a di derbarê êrîşê de

HAMASa Hareketa Tekoşînê ya Îslamî di derbarê êrîşê de wiha daxuyanî dabû: “Qetîlên Siyonîst di Meha Remezanê de roja Înê li bajarê Halîlurrahmanê di Mizgefta Hz Îbrahîm de êrîşê kesên ku nimêj dikirin kiriye. Ev qetlîam dide nîşandan ku ew li dijî Îslam û Mislimanan dijmintî dikin. Ev êrîş bes li dijî gelê Filîstînê nehatiye kirin. Berevajî ev êrîş li dijî baweriya Îslamê û medeniyeta wê hatiye kirin.”

Barush Goldstîenê ku di qetlîamê de berika herî ewil avêtiye kî ye?

Barush Goldstîen eynika îdolojiya Sîyonîzmê ye. Portreya hişmendiya ku axên Filîstînê îşqal dike ye. Ev kesê ku tixtor e bi vê qetlîamê re da nîşandan ku canî û wehşiyek e. Goldstîen hemwelatê DYEyê ye. Ev yek endamê rêxistina terorê ya Kachê ye û wek efser 3 sal wezîfe kiribû. (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.