“Şaredarî me bi Qandîlê tehdîd dike”

“Şaredarî me bi Qandîlê tehdîd dike”

DİYARBEKİR - Xelkê gundê Xecîteya ku girêdayê Çinara Diyarbekirê ye diyar kirin Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi dek û dolaban wan xapandiye û çergeha hezar û 277 donim têxistiya çarçoveya projeyekê.Xelk her wiha diyar kir şaredarî wan bi Qandîlê tehdîd

Gundiyên gundê Xecîtayê ku nufûsa wê hezar û 500 e diyar kirin Şaredariya Mezin a Diyarbekirê wan xapandiye û çergeha wan a hezar û 277 donim xistiye nava Projeya Tesîsa Avêtiyên Hişk.Gundiyên ku li dijî vê proje radiwestin  her wiha diyar kirin rayedarên şaredarîyê wan, ji nimreyên nediyar  digerin  û gefê li wan dixwin û dibêjin ‘Hûn ê vî gundî biretikînin.’

Xelk her wiha diyar kir ev projeya ku li gundê wan tê tetbîqkirin li gund ajalvantiyê aniye ber xelasbûnê.Ji ber vê yekê gundî naxwazin ev tesîs li çergeha wan bê avakirin, lê belê li dijî vê xwestekê bi tehdîd û zextên şaredarîyê re rû bi rû dimînin.

 “Me bi Qendîlê tehdîd dikin”

Ferît Ekerê ku ji nîştecihên gundê Xecîtayê ye di  derbarê mijarê de diyar kir şaredarî wan bi Qendîlê tehdîd dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şaredarî zilmê li me dike. Zextan li me dike da ku em gund terk bikin û me bi Qendîlê tehdîd dikin.Ji me re dibêjin ‘Em ê destûrê nedin we da ku hûn bên Diyarbakirê.’ Navên me nivîsandine û dane Qandîlê. Îro li muxtarê gund xistine.Hinek kesên li derdora me jî terefdariya şaredarîyê dikin. Digel bi dehan zabitayan hatin  vê derê û li me gule reşandin.Em naxwazin ev tesîs bê çêkirin.Digel berdewamkirina mehkemê tên vê derê bi rêyên dere qanûnî vê tesîsê ava dikin.”

 Eker di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser sedema dawî anîna ajalvantiya li gund û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gundê me nêzî 20 hezar pez û 10 hezar jî dewar heye. Nufûsa gund jî nêzî hezar û 500 kes e û ew debara xwe bi ajalvantiyê dikin. Heger ku li vê derê ajalvantî nikaribe bê kirin tu kes ji me nikare li vî gindî bimîne. Em li dijî vê tesîsê ne, ji bona ku ev tesîs neyê avakirin her çi ji destên me tê em ê bikin. Ew zilamên ku şaredarî wan aniye, em nizanin kî ne û ji kû derê hatine.Cilên zabitayan li xwe kiribûn lê di destên wan de çekên lûle dirêj hebûn.”

 “Gundî ji teref şaredarîyê ve hatin tehdîdkirin”

Kesê bi navê Sadrettîn Gumuş jî di derbarê mijarê de diyar kir şaredarî gundîyan tehdîd kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bona ku vê tesîsa çopê ava bikin çend gundîyan xapandin û ji wan re gotin ku ew ê ev tesîs li ser 400 donimê bê avakirin. Lê di bin vê de projeyeke mezin heye. Ew kes ji zêdetirî hezar û 500 donim axa vî gundî îşxal kirin. Dema ku gundî li vê yekê hisiyan parêzerak girtin û li dijî vê projê rabûn.Lê gundî her tim ji teref şaredarîyê vê tên tehdîdkirin. Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê parlementer û teşkîlata partiyê tîne vê derê û zextan li gundîyan dike û ji wan re dibêjin ‘hûn ê vê yekê qebûl bikin.”

 “Min digel çend kesan Sûrê xera kir û ez ê bi heman awayî digel çend kesan vê derê jî xera bikim”

Gumuş di berdewama axavtina xwe de diyar kir Serokê Daîreya Kontrol û Parastina Hawirdorê yê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê  Denîz Kiraç  gundîyan tehdîd kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Denîz Kiraç gundîyan berî niha tehdîd kiribû ji wan re gotibû ‘Heger  hûn nehelin, çawa ku min digel çend kesan  Sûrê xera kiribe bi heman awayî digel çend kesan vê derê jî xera bikim.’ Naxwe ew kes feyde û menfeata xelkê nafikirin; feyde û menfeata xwe difikirin. Ew kes vê çergehê bi dek û dolaban xistine nava malê xezîneyê û firotine.Debara gundîyan ajalvantî ye.Heger ev çergeha van gundîyan ji wan bê standin wê demê tu gundî nikare li vê derê bimîne. Heger ku ev tesîs li vê derê bê avakirin him ev gund him jî gundên derdorê ew ê ji vê tesîsê zirarê bibînin.”

 “Şaredarî dê vê tesîsê bêyî xebera dewletê bi zorê ava bike”

Yaşar Ekenê ji nîştecihên gund jî di derbarê mijarê de diyar kir zabita hatine gund wan tehdîd kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek gundîyan li dijî tesîskirina vê tesîsê ne. Lewra ev tesîs him ji aliyê madî him jî ji aliyê manewî ve zirarê dide me. Me dane mehkemê.Mehkemeya di derbarê avakirina tesîsê de dewam dike.Dixwazin vê tesîsê bi zorê li gundê me ava bikin. Me berî niha jî vê yekê anî ziman ku debara me ajalvantî ye. Heger çergeha heywanên me here ew ê jiyana me ya vê derê bi dawî bibe. Şaredarî bêyî xebera dewletê zabita û karkerên xwe bi çekdar kir û wan anî vê derê û çend gundîyan kişandin bal xwe û me tehdîd kirin.Ya rastî em nizanin ew kesên ku cilên zabitayan li wan bûn zabitan bûn an na. Cilên zabitayan li wan bûn lê qet nedişbahan zabitayan. Şaredarî ew ê vê tesîsê bêyî xebera dewletê bi zorê ava bike ku em vê yekê qebûl nakin.Bi izna Xwedê em ê ji wan re musade nekin.”

 “Zabitayan li ser gundîyan de gule reşandin”

Memduh Kaçan jî diyar kir ew wek gundîyan li dijî tesîskirina vê tesîsê ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di navbera mala min û tesîsa ku ew ê bê avakirin de 150 metro dûrahî heye.Şaredarî çek û sileh da destên zabitayan  û hatin tesîsê û gotin ‘bi zorê be jî em ê vê tesîsê ava bikin.’ Em jî wek gundîyan naxwazin ev tesîs bê avakirin.Lê şaredarî dibêje em ê bi zorê ava bikin. Zabitayên ku şaredarî wan anîbû vê derê li ser gundîyan de gule reşandin.Bi zorê bi zilmê axên me îşxal dikin.Lê bila vê yekê baş zanibin  heta ku kesek tenê bimîne  em ê li dijî avakirina vê tesîsê bin.Nufûsa gund hezar û 500 e. Dema ku me hemûyan kuştin  em ê ji van deran herin.” (ÎLKHA)

 

















 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.