1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Şaredarîya Êlihê guh neda teleba mizgeftê ya xelkê
Şaredarîya Êlihê guh neda teleba mizgeftê ya xelkê

Şaredarîya Êlihê guh neda teleba mizgeftê ya xelkê

Şaredarîya Êlihê yê ku guh neda teleba mizgeft a xelk, STK û partîyên siyasî bi xelkê anketeke ku berê wan şaş dike da kirin û xwest ku di şûna Sînemeya Yilmaz Guney a li Parka Ataturkê sînema û parkê çêbike.

A+A-

Li Êliha ku lê mizgeft hatine hepiskirin ji zirzemînan her ku diçe zehmetîya camî û mizgeftan zêdetir dibe. Ji ber vê yekê xelkê Êlihê û STK û partîyên sîyasî yên ku li bajêr karûbarên xwe birêve dibin ji Şaredarîya Êlihê teleb kirin ku li Parka Ataturkê di şûna Sînemaya Yilmaz Guney a ku hatibû xerakirin de mizgeftek bê çêkirin. Digel vê teleba mafdar a xelkê Êlihê, Şaredarîya Êlihê guh neda van teleban û di nav civakê de anketeke ku berê xelkê şaş dike da çêkirin û bo li Parka Ataturkê sînema bê avakirin  an jî şûna wê bê xistin park.

Li Êlihê her ku diçe avahîyên pir qetî tên çêkirin, lê qet cî nayê dayîn mizgeftan û mizgeft tên hepskirin bin avahîyan. Partîyên siyasî, STK û xelkê Êlihê berî niha destnîşan kiribûn ku li ser Bulvara Turgut Ozal pêdivî bi mzigeftekê heye ku ji ber vê yekê bika li Parka Ataturkê bo xelk îbadetên xwe bînin  cî mizgeftek bê çêkirin.

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARAê Davut Şahînê ku derbarê mijarê de daxuyanî dabû derbarê mijarê de diyar kiribû him bo xelk karibe bêhna xwe berde û him jî karibe bi şikleke hêsanî îbadeta xwe bike divê li Parka Ataturkê di şûna Sînemaya Yilmaz Guney a ku ji ber şewatê hatibû xerakirin bila mizgeftek bê çêkirin.

Temsîlkarên sazîyên civaka siwîl ên ku li Êlihê karûbarên xwe birêve dibin ji mijarê re bêeleqe nemabûn û destnîşan kiribûn li Parka Ataturkê pêdivî bi mizgeftekê heye da ku xelk karibe îbadetên xwe bi cî bîne û bo vê yekê jî ji rayedaran re bang kiribûn.

Şaredarîya Êlihê ya ku guh neda bang û teleba xelkê Êlihê bo  şûna Sînemaya Yilmaz Guney a ku ji ber şewatê hatibû xerakirin anketek da çêkirin û di anketê de bes du vebijêrk hebûn: Çêkirina sînemayê yan jî parkê. Şaredarîya ku bi anketê xelkê şaşomaşo kir guh neda daxwaz gel û anketeke wisa çêkir û vê yekê bi daxuyanîyekê da belavkirin.(ÎLKHA)

Bu haber toplam 612 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.