“Sebra me li dijî wê hewildana sazkirina korîdora terorê ya li kêleka mekêm dibe”

“Sebra me li dijî wê hewildana sazkirina korîdora terorê ya li kêleka mekêm dibe”

Serokomar Erdogan di civîna ku beşdarî bû de derbarê geşedanên dawî yên ku diqewimin de diyar kir “Sebra me li dijî wê hewildana sazkirina korîdora terorê ya li kêleka me kêm dibe.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Muxtaran a ku ev cara 43emîn e tê tertîpkirin de bi muxtarên ku ji 14  bajêran hatibûn re civîn li dar xist.

“Sebra me li dijî wê hewildana sazkirina korîdora terorê ya li kêleka me  kêm dibe”

Erdogan di axavtina xwe ya ku di civînê kir de derbarê mertala Firadê de agahîyan da û wiha got: “ Helwest û nêrîna me bi eşkere di holê de ye, lê digel vê yekê sebra me lidıji  wê hewildana sazkirina korîdora terorê ya li kêleka me re kêm dibe. Me heta sebir kir ku sedema wê ev bû; me dixwast em meselê bi swuhulet, dîplomasî û bi rêyên din çareser bikin. Lê belê xala ku me niha hatinê nîşanî me dide ku temamê rêyan asê bûne bes çarey maye. Bicîneanîna sozên ku ji me re hatine dayîn, bi şikleke eşkere û li ber çavên me gotina derewan em ne mecbûr in ku ji van re zêdetir tehammûl bikin. Em dikarin wê gava ku bi Harekata Mertala Firadê avêtibû li ser xeta temamê sînorên xwe berfireh bikin. Em xwedîyê vê hêz û îradê ne. Qet mitala nekin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.