Sedemên têkçûna Cemaeta Gulen..!!

Sedemên têkçûna Cemaeta Gulen..!!

Kesên nîzîkî cemaatê dibêjin, kêmasiya wan mezin, wan hemû deriyê lihevhatinê bi Erdogan re di riya wan kasêt û vîdyoyên tomarkirî ku hatin belav kiriN.

Çavdêrên siyasî li Tirkiyê dibêjin, roja 31 adarê dema ku serokwezîrên Tirkiyê Receb Tayib Erdogan li balkona serokwezîrtiyê bi alîgirên partiya xwe re axifî û got, ewê ji vir û pêve dakeve binya cemaatê û koka wan bikole, êdî fêmbû ku erdogan di wê pevçûna di navber wî û cemaatê serkeftina xwe radighîne, û ewê di demê pêşde operesyonên mestir li dijî endamên wan lidar bixîne.
 
Qunciknivîs û Şirêvekarên siyasî tînin ziman ku, cemaata Fethula Gulen gelek kêmasî kirin, û di pevçûna di navbera wan û Erdogan de dander, ji bertêkiliyên  Erdogan yê dem dirêj bi cemaaatê re û naskirina wî ji wan re, karî piraniya endamên wan di rêveberiya dadwerî, dozgerî, ewlekarî û saziyên din yên dewletê de tasfiye bike, û dîsa rêveberên cemaatê ji ber hesabên xwe yên şaş ku nakokiyê di navber serokomar Abdula Gul û Erdogan de çêbikin, û partiyên opozîsyonê ewê bandoreke mezin di xistina Erdogan de bilîzin, xwe aşkere kirin û bûn armanca êrîşên Erdogan û hatin têk birin.
 
Kesên nîzîkî cemaatê dibêjin, kêmasiya wan mezin, wan hemû deriyê lihevhatinê bi Erdogan re di riya wan kasêt û vîdyoyên tomarkirî ku hatin belav kirin, girtin, û bi zimanê şer bi erdogan re axifîn, û rastiya hêzên xwe baş ne dizanîn, ji ber ku piştî serkeftina Erdogan di hilbijartinê de gelek rayedarên cemaatê ji cemaatê derketin û bi aliyê Erdogan ve çûn, û yek jî hevkariya Wan bi CHPê re gelek zirar da cemaatê, ji ber ku 40 salî wan li dijî CHPê piropaganda dikir, û niha jî bûn hevkar, ew jî baweriya gelek kesan bi cemaatê têk bir.
 
Siyasetmedarên Tirkiyê dibêjin, cemaat êdî hat naskirin û teşhîr kirin, û êdî ti kes newêre wek berê nîzîkî wan bibe, û tê çaverêkirin ku hikûmeta AKPê, ji bo ku derbeyên mezin li cemaatê bide, ewê piştî dibistan têkevin tehtîlê, di meha hezîranê de heta bi tabaxê dema hilbijartinên serokomariyê, derbeyên cidî û operesyonên berfire li dijî rêxistinên cemaatê lidar bixe.
 
Lê çavdêrên siyasî li Tirkiyê dibêjin, eger serokwezîr Erdogan têkiliyên xwe bi dewletên rojava re baş neke, wê cemaata Fethula Gulen wê qadê li dijî erdogan baş bikar bîne, û zirarê bide desthilatdariya wî, ji ber ku di qada navneteweyî de hîn xurtin, û xwedî lobîne, lê berovajî eger erdogan xwe careke din nîzîkî wan bike, wê cemaata Gulen him li hindur û him jî li derve koka wan bê kolandin wek Erdogan îdîa dike.

- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/210420144#sthash.6CQzbpLD.dpuf

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.