1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Şehadeta Aytaç Baran ji bo me şeref e”
“Şehadeta Aytaç Baran ji bo me şeref e”

“Şehadeta Aytaç Baran ji bo me şeref e”

Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran di 9ê Hezîrana 2015an de li Diyarbekirê hatibû qetilkirin.Bav û xanima wî di derbarê şehadeta Aytaç Baran de axivîn û gotin şehadeta Aytaç Baran ji bo wan çavkaniya şerefê ye.

A+A-

Aytaç Baranê ku  Serokê Yenî Îhya-Derê   bû di 9ê Hezîrana 2015an de ji teref PKKyiyan ve di sûîqestekê de  hatibû qetilkirin. Mehmet Baranê ku bavê Aytaç e û Gulşen Barana ku xanima Aytaç e di derbarê Aytaç Baran de destnîşan kirin ku ew bilbilê Qur’anê bû, bi merhemet û xêrxwaz bû,  li derdora xwe pir zêde dihat hezkirin û ew her tim şehadetê teleb dikir ku di nihayete de jî gihaşte vê daxwaza xwe.

Malbata Aytaç Baranê ku  Serokê Yenî Îhya-Derê   bû û di 9ê Hezîrana 2015an de ji teref PKKyiyan ve di sûîqestekê de  hatibû qetilkirin di salvegera Aytaç Baranî de axivîn.

Gulşen Barana ku xanima Aytaç Baranî bû di derbarê zilamê xwe de diyar kir  ew her çiqas ne li ba wan bê jî eniya wan bilind e û ew rû spî ne. Baran dû re  wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehadeta zilamê min ji bona me him li vê dinyayê û him jî li axretê şeref e.”

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê doza wan heta qiyametê berdewam bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hewara xwe ji edaleta îlahî ya Rebbê xwe re dikin.Rebbê me Zuntîqam e, Qahhar e. Xwîna şehîdan bi bereket e, bi izna Xwedê ew ê ev xwîn bibe  wesîleya hişyarbûna ummeta Îslamê.”

 “Gelek zêde qedr û qiymet dida xortan”

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir mêrê wê her tim di nava xebatên xizmetê de bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê me zêde wî nedidît.Ji malbatên feqîr û jar re her tim birêkûpêk koliyên alîkariyê belav dikir.Nexasim gelekî zêde qedr û qiymet dida xortan.Her tim gotina ‘Xort pêşeroja me ne ‘ dubare dikir.Dema ku me gazî wî xwarinê dikir ew diçû ba wan xortên him di nava dozê mucadele dikin û him jî hê nû Îslamê nas kirine.Bi vî awayî wextê xwe exlebe bi xortan derbas dikir.”

 “Zilamê min her tim rûken bû  qey ew dizanibû ew ê şehîd bibe”

Baran diyar kir berî ku Aytaç şehîd bibe  her tim rûken bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê min berî ku şehîd bibe her tim digot ‘hindik ma, hindik ma.’ Min jî jê pirs dikir ka ji çi re hindik ma.Lê belê wî bersiva  min nedida û dikeniya.Di van demên dawî de min gelekî zêde beriya zilamê xwe dikir.Lewra min hîs dikir ku ew ê derkeve rêwîtiyeke dûv û dirêj.Min  her tim dixwast ku li cem rûnim.Van demên dawî de zêdetir xweşik bûbû.Di dema ku zêde êrîş li komelê dihat kirin ji min dia dixwast da ku şehîd bibe, lê min qêmişî wî nedikir û min jê re digot ku ez ji te dia nekim.Ew jî digot ‘Xanim heger ku tu ji min re dia nekî jî ez ê bi izna Xweda şehîd bibim.’Bi izna Xweda ez ê van zarokên xwe bi terbiyeya Îslamê mezin bikim.Ez ji Xweda dixwazim ku zarokên min jî di rêya wî de biçin û wekî bavê xwe ji derdora xwe re bibin mînak û emrê xwe di rêya Îslamê de feda bikin.”

 “Xwedayê ku zuntîqam e, ew ê heqê me ji wan bistîne”

Baran balan kişande li ser rewşa mehkemeyan û destnîşan kir ew Mehkemeyên ku diviyabû edaletê belav bikin ji edaletê re muxtaç mane.Baran dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em çûn niştina li Qeyseriyê yekî din jî serbest berdan. Mehkemeyên ku diviyabû edaletê belav bikin ji edaletê re muxtaç mane.Em li vê dinyayê nebe jî em bawer dikin ew ê edaleta îlahî li Mehkemaya Kubra tecelli bike. Xwedayê ku zuntîqam e ew ê heqê me ji wan bistîne.”

“Ez bi lawê xwe şanaz im”

Mehmet Baranê bavê Aytaç Baran diyar kir ku ji lawê xwe razî bû û dima ku Aytaç aciz dibû bes digot ‘Xweda te efû bike.’

Baba Baran wiha axavtina xwe domand: “Dema ku ji bo ziyaretê dihat mala me heke ez li mal nebûma dihat min li sûkê didît. Ji bo min wekê hevalek bû. Exlaqê vî wekê exlaqê Hz Osman bû. Li hemberê zarokan jî ji exlaqê xwe haydar bû. Wî bi exlaqê xweş miemele dikir. Ez bi lawê xwe şanaz im. Dema ku zarok bû xwedî li birayên xwe derdiket û ji wan re kektî dikir.”

Baran diyar kir ku lawê wî li îdeolojî û fikra kesê mêze nedikir. Wî alîkarî li her kesî dikir. Dûvre Baran wiha axavtina xwe domand: “Wî kumik û tizbe dida birayên xwe. Ji biçûktiyê ve mihebbeta wî ji Îslam û Qur’anê re hebû. Ew aşiqê Qur’anê bû. Wî ferq nedixist nabeyna tu feqîrê. Alîkarî li herkesî dikir. Ji min re jî her tim digot; ‘ Bavo heke derfetên te heye em alîkarî li feqîran bikin.’ Di nav malbatên ku wî alîkarî li wan dikir malbatên PKKyî jî hebûn. Dema ku kesek feqîr didît. Dixwest ku kincên xwe bide wî kesê. Min jî digot bide. Dema ku dê ez dê biçûma umrê ji bo ku jê re wek mizgînî bibe 3 roj beriya çûna min min jêre got. Dema ku vî yekê bihîstibû gelek kêfxweş bûbû.”

Baran bal kişan ku lawê wî beriya şehadeta xwe de her tim helalî dixwest. Dûvre Baran wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di demên xwe yên dawî de dixest ku em jê re dua bikin. Digot; ‘dinya mirin e, heqê xwe helal bikin.’ Dengê wî gelek xweş bû. Qaseta wî her tim di berîka min de bû.”

“Baweriya me li mehkeman nemaye”

Bav Baran diyar kir ku dijminê lawê wî tunebû. Berevajî herkes jê hez dikir. Baran wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez kesê ku Aytacê min qetil kiriye hewalê Xweda dikim. Dijminê lawê min tunebû. Bi ciwanên ku êrîşê komelê kiribûn re axivîbû û wan îqna kiribû. Çawa dil dan kesekî wiha xwedî exlaq xweş. Kesên ku vî yekê kirine nesîbê wan di mirovahiyê de tune. Dadgehê di şûna girtina bersûcan de berevajî bersûcan serbest berda. Baweriya me li mehkeman nemaye.”

ÎLKHA

Bu haber toplam 844 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.