Şehîd Remezan Yildirim li ser qebra xwe hat bîranîn

Şehîd Remezan Yildirim li ser qebra xwe hat bîranîn

RİHA - Remezan Yildirimê ku di 5ê Gulana sala 1992an de dema ku diçû mizgeftê ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin ku di 24emîn salvegera şehadeta xwe de li ber serê qebra xwe hat bîranîn.

Remezan Yildirimê ku di 5ê Gulana sala 1992an de dema ku li Qosera Mêrdînê  diçû mizgeftê ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin ku di 24emîn salvegera şehadeta xwe de ji teref naskirî û hezkirîyên xwe ve  li ber serê qebra xwe hat bîranîn.

Di bernameya bîranînê yê ku bi  dehan kes beşdarîbûn de Yasîn hatin xwendin û dua hatin kirin.Di dema bernamê de geh geh tekbîr hatin avêtin.Dîmena

Mehmet Gulê ku ji hevalên wî yên dozê ye li ber qebrê di derbarê şehadet û şehîdiyê de axavtinek kir.

Gul di axavtina xwe de hinekî qala Şehîd Remezan kir û wiha axivî: “Remezan qey dizanibû ew ê şehîd bibe û ji ber vê yekê jî temamê wextê xwe  ji doza xwe re vediqetand.Ew çi ji destên wî dihat ji bona dawa Îslamê dikir.”

Gul di berdewama axavtina xwe de diyar kir gelek taybetiyên şehîd hebûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Taybetiya wî herî ber bi çav ji dil û canbûyina wî bû.Gelekî semîmî bû. Hemû kesên derdora wî û kesên ku wî nasdikirin ji wî razî bûn.Heta kesên ku ji doza wî re dijmintî dikirin jî di bin tesîra exlaqa wî de mabûn û mecbûr mabûn ku di derheqê wî de tiştên erênî û musbet bibêjin.Eleqeyeke mezin û cuda nîşanî ciwan û zarokan dida.Em tev dizanin ku dilnizîmî, fedakarî û semîmiyeta wî ya ji bona dozê çawa bû. Her wiha ew girêdeyê mizgeft û cemaetê bû û îtaat û doza xwe ji ser her tiştî re didît ku em van taybetî û xusûsiyetên wî dizanin.”

Şehîd Remezan Yildirim kî ye?

Di 27ê Tebaxa sala 1972an de li Melezgirta Mûşê hat dinyayê.Dema ku 7 salî bû   malbata wî ji ber mêrkuştinê mecbûr ma ku koçî Serê Kaniyê bike.Mekteba destpêkê li Mekteba Cengîz Topelê xelas kir. 8 birayên wî hebû û di malbatê de zarokê herî mezin ew bû. Ji 14 saliyê xwe ve li Mizgefta Yeşîl Kubbeyê dest bi perwerdeya Qur’anê kir.Di 16 saliya xwe Cemaeta Hîzbullah nas kir.

Şehîd Remezan her tim li medrese û mizgeftan fealîyetên Îslamî dikir. Remezan di warê edakirina nimêjan de gelekî hesas bû ku temamên nimêjên xwe li camiyê eda dikir û her wiha rojên duşem û pênçşemê rojî digirt.Dema ku camî piştî wextên nimêjê dihatin girtin wî  camî nedigirt û li mizgeftê sohbet didan û digot ‘ Zarok pêşerojên me ne, ew kes in ku ew ê milên xwe bidin bin dozê. Min xwe ji dînê Xweda re feda kir, ew ê ji îro pê ve jiyana min di çarçoveya Îslam, Qur’an û sunnetê de be.”

Şehîd Remezan pereyên di berîka xwe de temametî dida zarokan. Ji ber yekê malbata wî jê pirs dikir tu çima van pereyên xwe dide zarokan? Şehîd Remezan ji ber vê pirsa malbata xwe  wiha bersiv dabû “Bextewarkirina zarokan dibe wesîle ku mirov nêzî Xwedê bibe. Heger ez rojekê şehîd bibim ew ê ev zarok xwedî li doz û dawaya min derkevin.”

Şehadeta Remezan Yildirim

Remezanê ku berî niha çendîn caran bi gefxwarinên PKKê rû bi rû mabû qet guh nedabûn tehdîdên PKKê û doza xwe bi ezm û cehd domandibû. Remezanê ku ji dêya xwe re gotibû ‘Dayê! Heger ez rojekê şehîd bibim xwediyê te Xwedê Teala ye’  dema ku li Qosera ku lê muhacir bû dikir biçe mizgeftê ji teref 2 PKKyiyan ve li kêleka Mizgefta Seyda hat şehîdkirin.19 berik îsabetî bedena wî ciwan kirin.Remezan dema ku hat şehîdkirin ji ber ku tiliya xwe ya şehadetê rakiribû berikek îsabetî mista wî kiribû.(ÎLKHA)

 







 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler