Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

ŞEHîD SEYDAYÊ MELLE TACEDDÎN

Şehîd M. Taceddîn di sala 1939’de li navçeya Mahsertê, li gundê Êdo hat dinyayê. Nesla wî di gihêje Siltan Şêxmûs, û ji wirjî di gihêje Hz. Ömer. (ra) M. Taceddîn lawê Mele Dawud’e. 4 heb law û sê heb kîz, 7 xwhe û bira bûn.  Bavê wi li hinek gundê Mêrdîn mele tî kiri bû. İnsanekî  xwedî teqwa bû.

Şehîd li gundê Siltan Şêxmus mezin bû. Mekteba ewil hetanî  3’ya xwend. Li cem bavê xwe û bire xwe jî ‘ilme ‘Erebî xwend. Li feqet medrese ne qedand. Lê ema însana jire digot mele ya jî Şêx. (Ji ber ji nesla Siltan Şêxmûs bû jêr digotin şêx.)

Şehîd M. Taceddîn di sala 1970’de zewicî. 5 lawik û 2 keçikê wi çêbûn. Seyda ji bo gedê xwe li ser terbîya İslamê rake, pir dîqqat di kir.

Di sala 1974’ade mala xwe anî Çinarê. Şehîd ji bo îdara mala xwe bike gellek meslegî de şuğulî. Şehîd teqdîra Xweda ji teref malê dinyê disteng bu. Lê belê tu carî şikayet ne dikir, timî şukur dikir. Di van deme dawîyê de hinkî halê wî xweş bûbû.

Şehîd ji berê de hessasîyeta İslamê pêra hebû. Ewilî ket terîqa Şéx Muhemmedé Arapkendê. Piştî înqilaba îslamê ji şêxê xwere got, “tu di heqqê ‘inqilabê çi di fikire.” Şêxê wî jî got, “bi siyasetê re îşê me tuneyi. Em hew zikre xwe dikin.” Ji ber vî hawî dev ji  şêxê xwe berda.

Di vê demê de li herema Kurdistanê de, hinek Muslumanê ku înqîlabi bûn, û d’aw û doza İslam dikir, bi wan re hemhal bû, û ew naskir. Seyda ew tiştê lê digerîya dîti bu. Çunkî wî fêhm kiri bû xellasîya Musulmana, bi zikrê tenê na be. Îslam di sîyasetê de, îctîma’iyê de, û temamê jîyana mırova de gorî xwe, xwedîyê nîzamekê ye. Û Seyda ji vêya bawerkir ku,  gerek Musulman, gorî  xwe ji bo hakim bûna Îslamê xebatekê bike.

Seyda di sala 1980’de cema’eta İslamê naskir. Hetanî şehîd bû jî, dinav sefê cema’eta Îslamê de cî girt, û ji bo d’awû doza  Îslamê, çi hat ser wî xwe neda paş, û xebata xwe kir.

Şehîd, di ‘îbadetû mesûlîyeta xwe de pir hessas bû. Li ku ba Îslam ji însana re digot. Dewamî kitêbek Îslamî bu xwe re digerand. Li ku rûnişta, di got hela hinkî vê kitêbê ji mere bixweyne. Xusûsen kitêbê Se’îd hewwa û şehîd Seyyid Qutub dixwend û tawsîyê herkesi dikir.

Şehîd ji berê de van kesê ku li qarşî d’awa Îslamê bûn, xusûsen bi xwedêyê fikrê çep re münazaa dikir. Ji wan re digot; xellasîya însana encağ bi Îslamê ye. Van fikr û ideoljî yê dine, tu fêda wan ji însana re  tuneyi, û însana dibe helakê. Li derû dorê xwe halû hewalê ğeyrî Îslamê bi dîta, dev ji îşê berdi da û nesihet li wan kesa dikir.

 Seyda cîranê xwe timî ziyaret dikir û ew mesûlîyeta wana Îslamî di bîra wan de tanî. Hetta cîranê kî wî, piştî şehadeta wî wanî digot: “Bawerya min tüne bû.  Û ez Însanekî ‘asî bûm. Bi wesîla şehîd min Rebbê xwe naskir, û mi dînê xwe fêhm kir. Û ez ana îbadetê xwe dikim. Xweda jê razî be.”

Şehîd însane kî helîm selîm bû, û herkesi jê hezdikir. Hetta ew kesê ne terefê fikra wî jî bû, ji ber durust buna wî, û emîn ya wî, îşê xwe bi wî dikir.

Şehîd dewamî diket nav sohbetê Îslamî, tu carî ji sohbeta, xu paşde ne dida. Li nav sohbetê Îslamî yên Çinarê, ê ewilî yek jê jî ew bu.  Li ser d’awa Îslamê însanekî dilşewat bû. Zemanê xort bidîya ji wanre ya Îslam digot. Ya jî kitêba xwe ji bêrîka xwe derdixist, û digo hela hinkî jimer bixweyne. Dewamî ji wan re xwendina kitêbê Îslamî tawsiye dikir.

Seyda mîsala hilmû teqwa yê bû. Însanekî helîm bû, lê belê li qarşî însanê zalim, tu carî serî ne di tewand. Û bi cesaret zulma wan li rûyê wan dixist.

Şehadeta Seyda

Sala 1996’de di 17 ilon’ê, roja duşemê bû. Kesên dist qirêj û dujminê Îslamê, û d nav kufrû, zulmü nebaşîyê de vedigevizîn, Seyda ju xwer kiri bûn hedef. Berê jî çen cara teşebbusa kuştina wî kiri bûn. Li belê ne gihaştibûn meqseda xwe.

Ji berê de kesên din av nebaşîyû qirêjê de, însanê paqijû salih, şuxwere kirine hedef. Ev tekoşîn, di dîroka berê de jî hebû, û hetanî qiyametê jî wê berdewam bike. Ev tekoşîn ya heqqû batil, û ronahiyê û tarîtiyê ye. Ya însanê xwedî exlaqû, ê xwedî  exlaqê nebaşin.

Pêxember û warisê Pêxembera, ji bo însana ji tarîtîyê, nebaşîyê û exlaqê nebaş xellas bikin, û wan bikin xwedî izzetû şeref, û xwedî exlaqê baş, û bigînin ronahiyê, tekoşîna xwe danin. Seyda jî tekoşîna xwe bi îxlasû samîmîyet da, û varistîya pêxember bi cî anî.

Şeva hat şehîd kirin, li malê kesek tüne bû. Hew qiza wîya biçûk li malê bû. Malbata wî bi mêvanî çibûn cîkî dine. Wê şevê hinek hevalên wî li dikanê wî ziyaret kirin. Berî rabin gotin “Seyda li vê se’eta dereng ne şuğulê.”  Wi jî go, “hinek îşê min heye, ez biqedînim, ezê dikanê bigrim.”

Seyda bi şev hetani dora 12 li dikanê xebitî. Dikana wî, di bin mala wî de bû. Disa distê tarîtîyê û bi qirêj, însanekî mezlûm, û tu t’ada wî ne di gihaşt însana, ji bo xûna wî birjînin deste xwe dirêj  dikirin. 4 gülle li bedena wî keti bû. Seyda bi van birîna, li wê derê gihaşt şehadetê. Li gorî şopê, şehîd bi qatilê xwe re mücadele kiri bû. Li ser perçakî hesin xûwîn û hinek por hebû. Ji vêya dehat fehm kirin kû, şehîd bi wî perçê hesin li serê qatilê xwe xisti bû.

Seydayê Mele Taceddîn, ji boy d’awa Îslamê û îlayê Kelîmetûllah, ji boy hakim buna dînê Xweda, ew xebata xwe bi şehadetê tac kir. Seyda di rîya Rebbê xwe, bi daana canê xwe îxlas û samîmîyeta xwe îspat kir. Ew ji Rebbê xwe razî, înşaallah Rebbî wî jî, ji wî razi, û bi rûkî sipî çû huzura Rebbê xwe.

“Êwanê bawer kirine, encağ ji Xweda û Pêxemberê wî bawer kirine, û dawîyê jî, jê neketinin şuphê; û vana ê di oğira Xweda de, bi malû canê xwe tekoşîna xwe danin. A ê rast van kesanin.” (Hucurat -15)

“Êw kesên di rîya Xweda’de tên kuştin hûn zennekin ew mirînin. Bil’akis ew sağin, û di qatê Rebbê xwe tên rizik kirin. Ew n’îmetê kû Xweda ji lütfa xwe daye wan, pê kêfxweşin. Ew birayê wanên lu dû wan manin, dixwazin mizgînê bide wan ku, tu tirs ji wan re tüneye, û mehzûn jî nabin. Ewana mizgînê didin ku, n’îmet û kerema Xweda, û Xweda ecre mu’mina wenda nake.”

Daxwazîya me ji Rebbê ewe ku, şehadeta Seyda qebûl bike, û me jî, ji şefa’eta şehîda mehrûm neke.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum