1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Şehîdê ku dîwarê Ke’beyê lê kiriye: Şehîd Sileyman Akyuz
Şehîdê ku dîwarê Ke’beyê lê kiriye: Şehîd Sileyman Akyuz

Şehîdê ku dîwarê Ke’beyê lê kiriye: Şehîd Sileyman Akyuz

Sileyman Akyuzê ku ji ber nasnameya xwe yê îslamî çendîn car hatiye tehdîtkirin lê bi tû şiklê serê xwe li ber tehdîdan netewandiye di 20ê Sibata 1993an de piştî nimêja sibê dema ku dikana xwe vedike tê şehîdkirin.

A+A-

Dema ku dîrok 20ê Sibata 1993an nişan dida PKKyîyan dîsa mezlûmekî ji xwe re hedef girtin. Li Mêrsînê ji ber jiyana xwe ya Îslamî Sileyman Akyuz çendîn bar ji teref PKKyiyan ve hat tehdîtkirin. Lê digel vê yekê Sileyman Akyuz serê xwe li ber wan netewand. Akyuz rojekê piştî nimêja sibê dema ku hewl dide dikana xwe veke ji teref PKKyîyan ve tê şehîdkirin.

PKK, kesên ku wek wî nafikire çawa ku îro mislimanan ji xwe re hedef girtiye doh jî PKK, mislimanan ji xwe re kiribû hedef.

PKKyê ku dîroka wî bi qetlîam, wehşet û hovîtîyan dagirtîya ji roja ku hatiye damezrandin vir ve her tim zilm li wan Mislimanên ku wek wî nedifikirî kir. Sileyman Akyuz jî ji wan kesan yek e ku di salên 90an de bi berika PKKê  hat şehîdkirin. Akyuzê ku 23 sal berê hatibû şehîdkirin ji teref hezkiriyên xwe ve tê bibîranîn.  Halîl Akyuz, jiyana bavê xwe wiha ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) re anî ziman.

Halîl Akyuzê lawê Sileyman Akyuz e diyar kir ku bavê wî di sala 1949an de li Gundê Deywana  Kerborana Mêrdînê hatiye dinê. Her wiha lawê şehîdî destnîşan kir ku bavê wî di sala 1980an de bi malbata xwe re çûye Mêrsînê.  

Li Gundê Deywana Kerborana Mêrdînê hat dinê

Akyuz diyar kir berî ku biçin Mêrsînê ji bo ku bavê wî  di înşeatê de bixebite tim û tim diçû Herêma Behra Sipî. Dûv re law Akyuz axavtina xwe wiha domand: “Bavê min di sala 1919an de li Gundê Deywanê Kerboranê ya girêdayê Midyada Mêrdînê ye hat dinê. Dema ku  bavê min 24 salî bûye bi dayîka  min re zewiciye. Piştî ku zewiciye dûbare xebata xwe ya înşeatê li Herêma Behra Sipî domandiye. Em di sala 1980an de çûn Mêrsînê û li wir em bi bazirgantiyê re meşxûl bûn. Dûv re  bavê min ji bo demekê kurt çû Qibrisê. Bavê min jiyana xwe yê ticaretê li wir domand.”

Ji ber hezkrina Ke’beyê çû Mekkê

Akyuz diyar kir piştî ku bavê wî ji Qibrisê vegeraye di sala 1991an de wek karger çûye Siûdê. Her wiha Akyuz diyar kir ku bavê wî bes ji bo dîtina Ke’bê çûye Mekkê.

Akyuz destnîşan kir ku bavê wî jî wek her kes xwestiye biçe Mekke û Medînê. Ji ber vê yekê çûye Erebistanê. Lê ji wextê edakirina îbadeta Hecê re  mehek maye ji ber ku nexweş ketiye mecbûr maye ku vegere Mêrsînê. Ji ber ku nikariye edakirina Hecê pêk bîne pir xemgîn bûye.

 “Nêzî 11 mehan dîwarê derve yê Ke’beyê restore kiriye”

Halîl Akyuz, axavtina di derbarê bavê xwe de wiha domand: “Dema ku ew çûye Siûdê wî gotiye ez ji bo Heccê diçim wir. Di wê hengâme de bavê min 11 meh di xebata înşaeta dîwerên Ke’bê de xebitiye. Di dawiya 11 mehan de dema ku ji wextê Hecê re mehek dimîne nexweş dikeve  û emeliyat dibe. Piştî emeliyatê mecbûr dimîne vedigere Mêrsînê. Dema ku bavê min emeliyat dibe ew cemaetê nas dike. Piştî vê yekê dikanekê nêzî mala me vedike. Di vê wextê de dema ku rêxistin dibîhîse bavê min cemaetê nas kiriye PKK wî tehdît dike. Lê bavê min ji ber ku xwedî nasnameya Îslamî bûye li ber wan serî netewandiye.”

 “Bavê min tu wext serî li ber PKKê netewand”

Akyuz destnîşan kir ku bavê wî di sala 1992an de dema ku di cemaetê de dest bi xebata Îslamî dike PKK wî her tim tehdit kiriye. Lê di gel vê yekê bavê wî qet li ber wan serî netewandiye. Akyuz dû re axavtina xwe wiha domand: “Wî tu wext serê xwe li ber PKKê netewand. Di sala 1992yan de PKKê molotof avêt nav dikana wî. Dema ku bavê min cemaetê nas kir PKKê wî tehdit kir. Ji ber ku bavê min serî li ber wan netewand PKKê dikana wî şewitand. Di wê çaxê de jî geh geh derebe dihatin asêkirin. Dixwestin ku dikana bavê min jî asê bikin. Lê bavê min ji wan re wek bersiv: ‘Ez gotina rêxistina ku zilm li gelê xwe dike nakim. Ez wek gotinên we hereket nakim.’ Ev dihatin û ji bavê min re digotin dê em dikana te bişewitînin. Bavê min jî ji wan re digot ez serî li ber zilmên we natewînim.”

 “Ew ji teref xizmên xwe ve pir dihat hezkirin”

Akyuz diyar kir ji ber ku exlaqê bavê wî pir xweşik bû ji teref xizmên xwe ve pirr dihat hezkirin. Dûvre law di derbarê bavê xwe de wiha axivî: “Her tim dibêjin ku bavê min di piçûkiya xwe de jî ehlê îbadetê bûye. Beriya nasîna bavê min a bi cemaetê jî bavê min hewl daye ku nimêja xwe bike û her wiha hay ji helalî û heramiyê jî hebûye. Bavê min heqê sêwiyan dida wan û alîkariya gelê feqîr dikir. Bi derdên kesên hawîrdor bi derd dibû. Yanî ji teref kesên hawîrdor ve pirr dihat hezkirin. Xelkê gund wî pirr hezdikirin.”

“PKK, heke hûn biçin cem Sileyman dê em we bikujin”

Akyuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir  bavê wî ji teref xizmên PKKyiyan ve gelek dihat hezkirin. Ji ber vê yekê PKKê her tim bavê wî tehdît dikir. Dûvre Akyuz axavtina xwe wiha domand: “PKK ji gel re digot heke hûn biçin cem Sileyman dê em we bikujin.” û wî tehdît dikirin. Dema ku dayika min ji mal derdiket derve ji teref xizmên wê ve dihat îqaz kirin.Dema ku PKK wiha dest bi tehdîtkirina bavê min kir hezkiriyên bavê min  wek dayîka min jê re gotin ‘Hinekî ji wan dûr bisekine. Tu dibînî ku te tehdît dikin.’ Bavê min jî wek bersiv ‘Tu wext ez dê ji wan dûr nemînim. Ez dev ji doza xwe bernadim û serî li ber wan natewînim.’ Rojekê jî dema ku dayîka min wî îqaz kir wî jî wek bersiv wiha axivî, ‘Tiştên ku Xwedê Teala gotiye dê bibe. Tiştên ku ew dibêjin ji xwe daxwaziya me ye. Ji ber vê yekê hûn çima ditirsin?”

 “Ez dixwazim ku şehîd bibim”

Akyuz diyar kir ku bavê wî di 20ê Sibata 1993an de piştî nimêja sibe dema ku dikana xwe vedikir ji teref 2 PKKyîyan ve hat şehîdkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bavê min her tim nimêja xwe dikir û aşiqê şehadete bû. Heta dema ku xizmên wî, ew îqaz dikirin wî wek bersiv wiha digot ‘Ez dixwazim ku  şehîd bibim. Qey hûn naxwazin ku ez  şehîd bibim?” (ÎLKHA)

 




 

Bu haber toplam 430 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.