Dusaid Mollazade

Dusaid Mollazade

Şehîdên Cejna Qurbanê

Ey Yasîn û Hesenê me Huseyn Turan Rîyadê me


Ciwanên me candayên me qet hun naçin –j bîra me


Digrî alem matem Amed ser we nazîdar ey can


Xemma dagirt kerb bela kir ‘ar xwe rakir kir fîxan


Ez ne xemma we dikêşim xemxwarê wan hova me


Hizrê roja heşrê dikim hê-l vir seqem û ta me


Ey hevalên Simaîlan hun Asxarê Kerbela


Hun in neqşa gur birayên mîna Yusifê bîra


Gellê me dê qenc bibîne kî bi dil yar kî ye mar


Xwîna te û pir mezluma dê kişf bike kî ye bi jahr


Pir weki we mihrîban û dilovan li Kurdistan


Dê kulilkan vebidin bûhar bînin berdin zistan


Ev dinya han pir tarî ye zulum tê de çend xedar


Biheşt bo we dîyare gulbange nîşane gulzar


Şehîdî xweş xemle wê rojê xwezî û sed xwezî


Ez jî gorî bo ewê cejnê xwezî bi wî pezî

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum