Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Divê Tirkîye muheqqeq ji zihnîyeta CHPê ku bûye bela serê Tirkîyeyê xelas bibe

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Divê Tirkîye muheqqeq ji zihnîyeta CHPê ku bûye bela serê Tirkîyeyê xelas bibe

Sekreterê Giştî û Parlamenter yê HUDA PARê Şahzade Demîr weha got, “Ji teref hemû kesan ve tê zanîn ku CHP bûye bela serê Tirkîyeyê û pirsgirêka herî muhîm yê Tirkîyeyê ye, divê bi lez û bez miheqqeq Tirkîye ji vê zihnîyeta CHPê xelas bibe.”

Şahzade demîr ku Sekreterê Giştî yê HUDA PARê ye, di Meclîsê de daxuyanîyekî çapemenîyê li dar xist, di daxuyanîyê de derheqê rojevê de nirxandinan kir û ji daxuyanîyên rayedarên CHPê ên li dijî HUDA PARê re jî bertek nîşan da.

Demîr îfade kir ku li Xezzeyê ji du milyonî zêdetir Fîlîstînî ji ber êrîş û qirkirina rejîma sîyonîst nikarin bighêjin xwarin, av û dermanan ji ber vê yekê mirinên ji ber birçîbûnîyê dest pê kirine, ger ku ev pêvajo ewakî berdewam bike wê mirinên komî pêk bênê.

Demîr di axavtina xwe de weha got, “Li Xezzeyê mirovên ku ji cîhê xwe bûne, ji ber tinebûna avê nikarin lazimatîyên xwe yên jîyanî bi cîh bînin. Li ser dinyayê ji 5 kesan 4ên wan ên ‘herî birçî’ li Xezzeyê ne. Bi sedhezaran zarokên Xezzeyê ji ber tinebûna xwarinê nikarin têr xwarinê bixwin û nikarin ew ava paqij bidest bixin, sedemê vêya jî êrîş û bomberdûmana rejîma îşxalê ye.”

Ji teref Demîr ve hat îfadekirin ku ji 20 hezarî zêdetir tirên alîkarîyê li ber Derê Sînora Refahê ya li alîyê Misirê têne sekinandin, ji wan alîkarîyan jî piranîya wan ku ji nîvî zêdetir ber bi xerabûnîyê ve diçe.

Demîr ji axavtina xwe re van gotinan zêde kir, “Ji bo gihandina van amûrên alîkarîyê a ji Xezzeyê re divê bi lez û bez agirbestekî bê îlankirin û miheqqeq wan alîkarîyan ji Xezzeyê re bêne gihandin.”

Demîr bal kişand ku 60 heb welatên Îslamê hene û li Xezzeyê jî mirov ji ber birçîbûnîyê dimirin ev tişt ji bo me û ji bo însanîyetê eyb û fedîyekî mezin e, “Gerek însanîyet, ji wijdan û însafa kulmekî sîyonîstan re neyê hiştin. Di vê meseleyê de miheqqeq xeyret û micadele bê nîşandan. Bila ev tişt bê zanîn her Fîlîstînîyê ku dimire mesulîyeta wî li ser însanîyet û dinyayê ye, obala wan li ser me hemûyan e.”

Demîr di berdewama axavtina xwe de ji rayedarên CHPê yên ku li dijî HUDA PARê gotinan kiribûn re bertek nîşan da û weha got, “Hûn jî zanin ku berdevkên partîya melum ku wek ‘partîya mixelefet yê mezin’ tê zanîn di her firsedê de û di her zemînê de kînên xwe yên ji HUDA PARê re heye vedireşin, ji derew û îftîrayên xwe yên ku her carî re berdewam dikin.”

Demîr di dawîya axavtina xwe de weha got, “Berdevkê CHPê yê ku hezeyanên wî yên mezin hene û ew hezeyanên wî gelek zêde ne îtîraf kir, ji hebûna parlamenteran HUDA PARê yê di Meclîsê de re tehemmula wan tineye. Qaşo ew ‘partîya damezrîner in’ ji vê tiştê re nikarin tehemmul bikin. Qaşo vê welatê ew damezrandine. Her cîhê vê welatê wek malê bavê xwe dibînin, hemû kesan wek teba’ayê xwe dibînin ji ber vê yekê jî dixwazin em Meclîsê terk bikin. Ew ji Yûnanê re pêşkêşîyan dikin û kirine ji ber vê yekê ew nikarin bibin partîyekî unsurê damezrînera vê welatê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.