Sekreterê Giştî yê NATOyê ji Tirkiyê lêborîn xwest

Sekreterê Giştî yê NATOyê ji Tirkiyê lêborîn xwest

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg bi sedem di tetbîqatê de wêneyên Mûstafa Kemal û Serokomar Erdogan hatibûn xistin şûna neyaran lêborîn xwest.

Tetbîqata ku di navbera 8-17 Mijdarê de li Norwecê hatibû çêkirin wêneyên Mûstafa Kemal û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatibûn xistin şûna neyaran, ji ber vê yekê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daxuyaniyek da û ji Tirkiye lêborîn xwest. 

Stoltenberg bi sedem tetbîqata Trident Javelin ya ku li Navenda Hevbeş a Herbê ya NATOyê hatibû çêkirin de û wêneyên Mûstafa Kemal û Serokomar Erdogan hatibûn xistin şûna neyaran beyanatek da û got: “Derbarê bûyerên di dema tetbîqata ku li Norwecê û bajarê Stangerê ya ku ji aliyê Navenda Hevbeş a Herbê ya NATOyê ve dihat kirin de ez agahdar bûm. Ji ber xeletiyên hatiye kirin ez lêborînê dixwazim. Bûyerên hatiye kirin ji teref kesekî ve hatiye kirin û ev nerîna NATOyê nîşan nade.”

Stoltenberg destnîşan kir ku lêpirsîna derbarê kesê navê wî di hedîseyê de derbas dibe de hatiye destpêkirin û wîsa dewam kir: "Tirkiye ji bo NATOyê hevalbendekî biqîmet e û fêdeyeke baş digihîne tifaqê. Ew kesê bûye sedema bûyeran ne xebatkarê NATOyê ye. Karmendekî sivîle û ji hêla Norwêcê va bi peyman hatiye wezîfedarkirin. Ji niha û pê de biryarê cezakirina wî ji aliyê deshilatên Norwecê ve wê bên dayîn."

Serokomar Erdogan derbarê mijara do de beyanatek da û got:

“Do li Norwecê tiştek qewimî. Li Norwecê lewheyek wek lewheya dijminan danîne. Di wê lewheyê de wêneya Ataturk û li aliyê din jî navê şexsê min danîne. Ev lewhe jî wek hedef hatiye danîn. Dema ev agahî hat Sererkanê me û Wezîrê me yê ji karê Yekîtîya Eweûpa berpisyar e diçûn Kanadayê û di rêde li me geriyan û gotin ‘Rewşek bi vî awayî heye. Ev tatbîqat jî tetbîqata NATOye. Ji me re gotin 40 leşkerên me li wir hene û me biryar da ku leşkerên xwe vekişînin. Me jî got helbet qet nesekinin derhal vekişin. Eger ew tabloya ku wek hedef hatiye bikaranîn bê rakin jî, bilez 40 leşkerên me bikşînin’. Tifaq û muttefiktiyek bi vî awayî çênabe”.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler