Serdozgerê ku bihîst dê were girtin firar kir

Serdozgerê ku bihîst dê were girtin firar kir

XARPÊT - Li navçeya Madena Xarpêtê Serdozger Yakup Kaplanê ku bihîst dê di bergeha lêpirsîna FETO de were girtin firar kir.

Li navçeya Madena Xarpêtê Serdozger Yakup Kaplanê ku bihîst ku biryar hatiye dayîn ku dê di bergeha lêpirsîna FETO de were girtin firar kir.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li navçeya Madena Xarpêtê Serdozger Yakup Kaplan heftiyekê berê li ser Rêbeja Diyarbekir-Xarpêtê bihîst ku dê di bergeha lêpirsîna FETO de were girtin. Li ser vî yekê Kaplanê ku nayê zanîn vê xeberê ji kî hilgirtiye diyar kir ku Serdozgeriya Navend a Xarpêtê bang wî kiriye. Ji ber vî yekê divê ku biçe Xarpêtê.

Piştî ku xizmên Kaplanî destnîşan kirin ku ew nikarin wî bibin Xarpêtê Serdozger Kaplan li naskiriyekî xwe yê din geriya û rica kir ku wî bibe Xarpêtê. Dûvre hemwelatî Kaplanê bir li navenda Xarpêtê danî. Piştî tehqîqata ku hat kirin hat destnîşankirin ku ajovnê Kaplanî Y.Dye. Piştî vî yekê ji bo ku D.Y, îfade bide wî birin emniyete.

Y.D, di îfadeya da de ragihand ku wî nedizaniya ew endamê FETO ye. Ji ber ku Kaplan serdozger bûye wî li Kaplanê bawer kiriye.

Her wiha Y.D, di îfadeya xwe de diyar kir dema ku ew çûne navenda Xarpêtê Kaplan xwestiye di Kolana Tuncelî de peya bibe. Li ser vî yekê wî Kaplanê li wir daniye û dûvre vegeriyaye Madenê. Piştî temambûna îfadeyê Y.D, hat serbestberdan.

Ji teref polêsan ve xebatên di warê girtina Kaplan û kesên ku xeber dane wî didome. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.