Serhekîm Berîlgenê ku êrîşa çekdarî lê hat kirin jiyana xwe ji dest da
Serhekîmê Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Mehmet Saîd Berîlgenê ku di êrîşa çedkarîde giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Îro di derdora seat 11.45an de êrîşa çekdarî li Serhekîmê Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Mehmet Saîd Berîlgen hatibû kirin û Berîlgen di êrîşa çekdarî de giran birîndar bûbû. Hat ragihandin Berîlgenê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
S.G.yê ku êrîşkar e piştî êrîşê teşebûsî întîharê kiribû û birîndar bûbû. S.G. niha li xestê tê dermankirin.
Di derheqê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.