Serokê Encumena Şengalê: PKK zarokên me li Reqqayê dide kuştin

Serokê Encumena Şengalê: PKK zarokên me li Reqqayê dide kuştin

Serokê Encumena Şingalê Weyîs Nayif daxuyand, PKK wan zarokên Êzidî yên ku revandine û birine şerê Reqqayê wan li wê derêdide kuştin.

Her roja ku derbas dibe PKKyê ku bûye belayê serê Kurdan li her derê ku lê Kurd hene mişkîle û probleman derdixe û zilm û tehdayiyê li Kurdan dike. PKKyê ku li Şingalê bi cîh bûye berî niha zarokên Êzîdiyan revandibû û wan biribû Qendîlê. Ji ber vê yekê bertekên li dijî PKKê bênavber berdewam dikin.

“PKK zarokên Êzîdiyan ji bo karê tundiyê bikar tîne”

 Serokê Encumena Şingalê Weyîs Nayif  di daxuyaniya ku ji malpera fermî ya KDPê re da de di derbarê mijarê de destnîşan kir: “PKK zarokên Êzîdiyan ji bo karê tundiyê bikar tîne û wan dibe Qendîlê û li wir perwerdeya leşkerî dide wan û mejiyê wan dişo û pişt re jî wan dide kuştin.”

“Ew zarokên ku PKK ew revandine temenê wan di bin 18 salî de ne”

Weyîs di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK zarokên di bin 18 salî de li Reqqayê dide kuştin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew zarokên ku PKK ew revandine temenê wan di bin 18 salî de ne, lê PKK ew kirine çekdar. Di serî de ew li Şingalê fêrî tundiyê kirin û piştre jî ew birin Qendîlê û ji wir ew birin Rojavayê Kurdistanê û niha ew birine şerê Reqqa û li wir wan dide kuştin.”

Êzîdiyekî din ê bi navê Resul Şerefxan dibêje: “PKK derewan li me dike û zarokên me dibe bajarê Reqqaya Sûriyê û li wir wan dide kuştin. Bila PKK zarokên me li me vegerîne.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.