Serokê Giştî yê Egîtîm-Bîr-Senê: Îradeya siyasî divê li qerara xwe xwedî derkeve

Serokê Giştî yê Egîtîm-Bîr-Senê: Îradeya siyasî divê li qerara xwe xwedî derkeve

Alî Yalçinê Serokê Giştî yê Egîtîm-Bîr-Senê, derbarê qerara Daîreya 8emîn a Daniştayê ya derbarê “Sonda Xwendekaran” de diyar kirev qerara li hember îradeya siyasî û aştîya civakî teşebûsek e.

Turk Egîtîm-Sen ji bo  ew Sonda Xwendekaran a ku di 8ê Cotmeha sala 2013an de hatibû rakirin dîsa bikeve merîyetê doz li Daniştayê vekir. Di encama doza ku hat vekirin de Daniştay li hev civîya û wê kirarîya ku “Sonda Xwendekaran” pê hatiye rakirin li dijî hiqûqê dît û betal kir.

Ji ber vê qerara Daniştay, ji teref Alî Yalçinê Serokê Giştî yê Egîtîm-Bîr-Sen û Memûr-Senê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn. Yalçin di daxuyanîya ku da de ji qerara Daniştay re bertek nîşan da û wiha got: “ DIvê li hember vê teşebûsa qerara antîdemokratîk a ku li dijî hiqûqa kurewî ye bêdeng neyê mayîn. Divê li pey wê qerara rakirina Sonda Xwendekaran bê sekinîn û divê ew bidestxistiyên civakî bên parastin.”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir mahkeme bo betalkirinê tu hinceteke zanistî nîşan nedaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Sondê Xwendekaran; berhema zihniyeta totalîter, mîlîtarîst, zextkar û paşvexwaz e, pê tê xwestin ku civakeke mîlîtarîst bê damezrandin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.