Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derbarê Qandîla Mewlûdê de peyam weşand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derbarê Qandîla Mewlûdê de peyam weşand

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed peyam weşand.

Di peyama ku ji ber minasebeta wîladeta Hz.  Muhammed, ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve hat weşandin de hat diyarkirin ji bo heq û edalet ji nû ve li ser rûyê erdê bibe hakim divê xwedî li peyama Hz. Muhammed bê derketin.

Îshak Saglam di berdewama peyama xwe de diyar kir pêdîvîya însanan bi qernan li rêbertîya Hz. Muhammed heye û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Em salvegera wîladeta Hz. Muhammedê ku ji aleman re wek rahmet hatiye şandin îdrak dikin.  Wek civakê ji îro ji her carî zêdetir pêdivîya me bi rêbertî û sîreta wî rêberê pîroz ê ku bi qernan wek rêberê qencîyê tê biranîn heye. Rêya çareserîyê ya ji rizgarbûna însanetîyê ya ji van qeyranên maddî û manewî; tetbîqkirina nîzama jiyana ya ku ew anîye ye.”

 “Sedema sereke ya zehmetîyên ku ummet di nav de ye tunebûna şiûra biratîyê ye”

Saglam di berdewama peyama xwe de diyar kir alema Îslamê ger xwe bi sunneta Hz. Muhammed bigire û li gor wê hereket bike dê ji wê bêçaretîya ku ew di nav de ye dikare xelas bibe û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Êdî di vî warî de şik û şiphe tune ye ku alema Îslamê encax dema ku sîreta wî hîn bû û xwe bi sunneta wî girt dê ji parçebûn, belavbûn û bêçaretîyê rizgar bibe. Di çarçoveya distûra ‘Hûn tev şivan in û ji wan kesên li ber destên xwe mesûl in’ de divê Misliman jiyana Resûlê Xwedê pêşî hînî zarokên xwe, ewlad û eyalên xwe hîn bikin û divê îlan bikin ku şêwaza jiyana wî ya pîroz ji bo hemû kesan ‘jiyana mînak’ e. Sedema sereke ya zehmetîyên ku ummet di nav de ye tunebûna şiûra biratîyê ye. Di vê sersala wîladeta pîroz de divê  em cardin îdrak bikin em bira ne û divê em dev ji îxtîlafan berdin û rêya bigerin da ku em bigihijin nasnameya xwe ya eslî.”

“Ji Rebbê xwe hêvî dikim ku ev qandîl bibe wesîleya  rizgarbûna wan beldeyên Îslamê yên ku di bin îşxalê de ne”

Saglam di dawîya peyama xwe de diyar kir bila ev qandîl bibe wesîleya rizgarîya beldeyên Îslamê û dû re wiha dawî li peyama xwe anî: “Bi vê wesîlê ez Qandîla Mewlûdê ya Alema Îslamê pîroz dikim û ez ji Rebbê xwe hêvî û nîyaz dikim ku Mewlûda Şerîf bibe wesîle ku Misliman dev ji îxtîlafên di nav xwe de berdin û bibin xwedî şiûra ummetbûnê. Û her wisa ez ji Rebbê xwe hêvî dikim ku ev qandîl bibe wesîleya  rizgarbûna wan beldeyên Îslamê yên ku di bin îşxalê de ne.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler