Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: 2 milyon alema Îslamê derheqê Xezzeyê de di sinifê de ma

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: 2 milyon alema Îslamê derheqê Xezzeyê de di sinifê de ma

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Mûşê ji bona ku namzedên wî bêne bijartin ji xelkê destekê xwest û got, “Ger ku namzedên me bi teweccûha xelkê me werin wan meqaman, ew ê bi îzna Xwedê milletê me şaradartî û sîyaseta herî paqij bibîne.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Mûşê û bi xelkê re hat cem hev.

Yapicioglu di seatên serê sibehê de bi konvoyê re ket nav bajêr, pêşî dikandarên Mûşê zîyaret kir û dûre ji qelebalixîya ku li ber lokala hilbijartinê ya partîya xwe kom bûbûn re axavtinek kir.

“Alema Îslamê ya du milyarî derheqê Xezzeyê re di sinifê de maye”

Yapicioglu destnîşan kir ku pêşîvanîya rojeva wan Xezze ye, “Rojeva memleketê hibijartin e, lê rojevekî dinê jî heye; ‘Xezze û Fîlîstîn.’ Xûşk û birayên me yên li wê derê bi birçîbûnî, bêavî û bêdermanîyê re micadeleyê dikin. 7ê Cotmehê dîrokekî ye. Hinek hene li ser Xezzeyê tenê reqlaman dikin, hinek jî hene li ser Xezzeyê dixwazin ku hinekên dinê reş bikin. Em jî ewakî dibêjin; li wê derê fîlm nayê kişandin, li wê derê êş û janekî rastîn pêk tê. Li wê derê xeberên manîpûlasyon tinene, bi rastî jî însanan li wê derê ji birçîna dimrin. Însanên li wê derê bi nexweşînê re micadeleyê dikin. Li wê derê derman tineye, însanên li wê derê jî bênarqoz an milê wan an jî nigê wan tê jêkirin. Însanên li wê derê digotin ku; ‘Ji me re dibêjin girtîgeha ser vekirî, niha bi rastî jî ev der girtîgeha bi ser vekirî ye.’ yanê li ser Xezzeyê banekî tineye, însanên li wê derê zivistana xwe di nav konan de derbas kirin. Lê hinek li ser vê tiştê dixwazin ku sîyasetê bikin, li ser Xezzeyê qezencan bidestbixin, ev bêexlaqî ye. Em vê tiştê dibêjin; alema Îslamê ya du milyarî di meseleya Xezzeyê de di sinifê de maye, em xwe jî dexlê vê gotinê dikin.”

“Me teva wezîfeyên xwe bi layiqî bicîhneanît, qirkirina li wê derê neda sekinandin”

Yapicioglu destnîşan kir ji bo çareserîya krîza li Xezzeyê divê hemû kes mesûlîyetên xwe bi cîh bînin, “Me teva wezîfeya xwe bi cîh neanît, ji ber vê yekê me qirkirina li wê derê neda sekinandin. Me birçîbûnîya li wê derê dawî nekir, me ji xûşk û birayên xwe yên li wê derê re xwarin, av û dermanan neşîyand. Bila hemû kes di vî warî de mihesebeya xwe bike, bila kêmasîya xwe bibîne û bila hemû kes bi wan kêmasîya xwe re eleqeder bibe. Em bi vê wesîleyê ji xûşk û birayên xwe yên li vê derê re cardin didin bibîrxistin; ji destê kê çi tê bila bi cîh bîne, ev tişt ger ku dua be bila duayê bikin, ger ku alîkarîya meddî be bila alîkarîyên xwe bikin. Ma gelo qet tiştekî naçe li wê derê? helbet diçe. Ger ku neçûya ew ê mirinên ji ber birçîbûnîyê wê bi komî bibûna. Ger ku însanên me bibêje ji xwe alîkarî naçe li wê derê û alîkarîyên ku dike jî qut bike, ez ditirsim ku vêcarê em mirinên bi komî ya ji ber briçîbûnîyê bibîhîsin.”

“Ji bo wehşeta ku li Xezzeyê heye dest bi kar bikin”

Yapicioglu ji bo sekinandina wehşeta li Xezzeyê bang kir, “Ji ber vê yekê ez bang li însanîyetê dikim, ne tenê ez bang li 85 milyon welatîyên xwe dikim, ji alema însanê ku 8 milyar e û serxwebûnîya xwe nedaye destê wan re bang dikim; însanên li wê derê bîrva nekin, ji bona ku tiştê ku çi hewceye bê kirin em bi hev re bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.