Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Dijberîya li dijî siyonîzmê tê maneya dijberiya terorê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Dijberîya li dijî siyonîzmê tê maneya dijberiya terorê

Zekeriya Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de got ku: "Dijberiya siyonîzmê dijberîya terorîzmê ye. Dijberîya li dijî siyonîzmê tê maneya dijberiya terorê, li dijî jenosîdê û li dijî siyonîzmê parastina mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ye."

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di Konferansa 5emîn a Platforma Qudsê ya Parlementeran bû ku li oteleke li Stenbolê hat lidarxistin.

Yapiciogluyê ku bi silavkirina serokên meclisê, alim û parlementerên bi dehan welatan dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku noqteya ku her kes di konferansê da gihîştiye wê ew e ku "îsraîl îşxalker e û jenosîd/qirkirinê kiriye."

"Em bi organîzasyoneke terorê re rû bi rû ne"

Yapicioglu, diyar kir ku "berxwedana li dijî îşxal û zilmê meşrû û maf e û ev yek rastiyeke ku her kes qebûl dike ye û wiha got: "Ez dixwazim dîqqeta hemû beşdaran bikşînim ser mijarekê. Li ser çareseriya du dewletî tê axaftin. Niha îsraîl heye ku ji aliyê piraniya dewletên cîhanê ve weke dewlet hatiye naskirin.Lê weke parêzerekî ez bi nasnameya xwe ya hiqûqî dixwazim bibêjim ku em bi organîzasyoneke terorîst re rû bi rû ne ku bi rastî jî weke dewlet nayê qebûlkirin. Ji bo ku hebûnek bibe dewlet, divê ew berî her tiştî li ser perçeyek axê bijî, ango hêmanek gel û hukûmetekê hebe. Lazim e ev tişt di nav rêxistineke siyasî de bicivin û wek dewlet xwe organîze bikin. Lê belê axa îsraîl tune ye, îsraîl hewl dide hebûna xwe weke dewletekê bi rêya wan axên ku îşxal kiriye, ava bike û ferz bike, lê ew axên hatine dizîn, ew axên îşxalkirî yên Fîlîstîniyan e. Dîsa li wê derê xelqek tune ye, ew rabûn ji çar alîyê cîhanê însanan li ser wan axên îşxalkirî kom kirin û hewl dan xelqekî sunî derînin holê.”

"Dewleteke bi navê îsraîl tune, çeteyekî sîyonîst heye"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de got ku dewleteke bi navê îsraîl tune ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Baş e, ma ew di warê organîbûna siyasî de di çi rewşê de ne? Rastiya ku em pê re rû bi rû ne ew e ku wek Serokomarê me jî diyar kir em bi rêxistineke terorê ya ku wek dewletekê tevnagere, tu hiqûqê nas nake, temamê nirxên mirovatiyê bin pê dike re re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, li gorî me dewleteke bi navê îsraîl tune ye, çeteyeke siyonist heye û ev çete qetlîamkar û qirkirinvan e.”(ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.