Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em bo hilbijartinan amade ne

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em bo hilbijartinan amade ne

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derbarê hilbijartinên pêşwext de destnîşan kir ew dikarin bikevin hilbijartinaû ew bo hilbijartinan amade ne.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di civîna çapemenîyê ya bi navê “Bo Meseleya Kurdan Babgewazîya Çareserîya Adil” de derbarê hilbijartinên pêşwext de nirxandinan kir.

Yapicioglu di nirxandina ku kir de derbarê mijarê de diyar kir ew bo hilbijartinê amade ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meha çilê de YSK navên wan partîyên ku dê karibin bikevin hilbijartinan eşkere kir û dû re çend tişt li wê lîsteya ku weşand zêde kir. Di nav van navan de HUDA PAR tunebû. Li gor qanûnan HUDA PAR dikare bikeve hilbijartinan. Ez ê îro di seat 14.00an de Serokatîya Dîwanê kom bikim û em ê bo YSK vê xeletîya xwe sererast bike serîlêdan bikin. Em hêvîdar in ku YSK vê xeletîya xwe sererast bike. Em wek partî jî amade ne ku têkevin hilbijartinan.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler