Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Agirîyê axivî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Agirîyê axivî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo hinek zîyaret û bernameyan hat Agirîyê, li vê derê vekirina Biroya Têkilîya Hilbijartinê vekir û dikandarên Agirîyê zîyaret kir.

Vekirina biroyê bi tevî gelek welatîyan hat lidarxistin û berîya vekirinê namzedê Serokê Şaredarîya Agirîyê Muhammed Arîf Yilmaz axavtinek kir.

Yilmaz di axavtina xwe de weha got, “Gelek pirsgirêkên Agirîyê hene. Sedema van pirsgirêkan jî fêhma ku qey du heb fêhm heye ye û bi salan e bi vê şeklê hereket tê kirin. Em dibêjin ji îro pê ve rewşekî ewakî tineye û êdî alternatîfa we heye. Em ê vê alternatîfê jî tev bi hev re bu HUDA PARê saz bikin bi îzna Xwedê.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernameya vekirinê de axavtinek kir û bal kişand ku qezencên şaredarîyê bi rastî nayê xerckirin.

Yapicioglu îfade kir ku ew ê di şaredartîya HUDA PARê de wan qezencan û pereyên şaredarîyê ji bo xizmetê bê xerckirin, ji bertîl û bêhiqûqîyê re misaede neyê kirin.

“Pereyên Şaredarîyê ji bo xizmetê nayên xerckirin, pêşîya îsref û bêhiqûqîyê nayê girtin”

Yapicioglu weha axivî, “Dema ku sindoq vebibin ew ê bi îzna Xwedê bajarên me bi şaredartîya HUDA PARê re xwe nas bikin. Fêhma me ya şaredartîyê çiye gelo? Ez bi sernavî çend tiştan bibêjim. Kîjan partîyên sîyasî dibe bila bibe, ger ku li cîhekî memleketê qala bêhiqûqî, bertîl û îsrafê tê kirin em bi rehetî dikarin bibêjin ku qezenc û pereyên şaredarîyê bi rastî nayên xerckirin. Pêşîya îsrefê nayê girtin, pêşîya bêhiqûqîyê nayê girtin, bertîl serê xwe girtîye û diçe. Em dibêjin ku bi îzna Xwedê em ê li ser avahîya şaredarîya ku em ê qezenc bikin vê hedîsa Pêxember ku dibêje ‘Yê ku bertîlê distîne jî, dide jî melun e’ binivisînin. Bi îzna Xwedê ew ê di şaredartîya ku birayê me yê HUDA PARî wê şaredarîyê îdare dike de bêhiqûqî çênebe, wê tu kes nikaribe malê milletê beredayî xerc bike.”

“Em wisa bawer dikin pereyê ku ji Şaredarîyê re tê dayîn ji bo hemû xizmetê qîm dike”

Yapicioglu ku îfade kir, “Hedefa bingeh a sîyasetê divê tesîskirina edaletê be. Em li pey meqam û qoltixan nînin.” Axavtina xwe weha dawî kir:

“Em ne însanên ku ji bona hinek însan di wan qoltixan de rûnên û axîreta xwe feda bikin in. Bi îzna Xwedê em dibêjin ku ew ê birayê me yê ku li ser wê qoltixê rûnê bi şekleke adil xizmetê bike, ji neqanûnîyê re rê nede, ew ê pêşîya bertîlê bigre. Em wisa bawer dikin pereyê ku ji Şaredarîyê re tê dayîn ji bo hemû xizmetê qîm dike. Lê divê rast û di cîhê xwe de bê xerckirin.”

Piştî vekirina biroyê Yapicioglu dikandarên Agirîyê zîyaret kir, di zîyaretê de pirsgirêk û problemên wan gohdar kir.

Yapicioglu di zîyaretê de ji xelkê ji bo piştgirîya partîya xwe destekê Xwest. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.