Serokê Hamasê Hamdan: Me hêj ji teklîfa li civîna Parîsê re bersivê neda

Serokê Hamasê Hamdan: Me hêj ji teklîfa li civîna Parîsê re bersivê neda

Serokê HAMASê Usame Hamdan, got ku hereket ji teklîfa Qeterê ya ku di civîna Parîsê de pêşkêş kiribû re hêj bersivekî fermî nedaye.

Hamdan, ji El Cezîreyê re, derheqê civîna Parîsê ya ku bi çar alîyan ve hat lidarxistin de axivî.

Hamdan, derheqê civînê de îfade kir ku ew ji teklîfa Qeterê re wê dema ku rewş kamil bibe bersivê bidin û wê bersivê jî diyar bikin, “Encax heta niha ji belgeya teklîfê re ji alîyê me, tu bersivekî nehatîye dayîn û ji ber vê yekê niha tu peymanekî tuneye.”

Usame Hamdan, derheqê îddîayên ku di demên dawîn de hatine gotin ku bihesaba di navbera rejîma îşxalê û Hamasê de peyman hatîye kirin de jî axivî û wî îfade kir ku Binyamîn Netenyahu ji ber ku bi zexta malbatên êsîran û koalîsyonê re rûbirû maye û ew dixwaze ku van zextan sivik bike van îddîayan têne gotin.

Hamdan, bal kişand ger ku HAMASê ji teklîfekî re bersivê bide an jî wî teklîfê lêkolîn bike şertên wî hene û wan şertên wî jî ev in; divê êrîşên li ser xelkê Fîlîstînê bi temamê bêne sekinandin, dorpêç bê rakirin, hemû alîkarî bên temînkirin û ji nû ve îmarekî bê çêkirin.

Ji Hamdan re, derheqê maddeyên ku HAMAS li ser dixebite de pirsekî hat pirsîn û Hamdan jî ji vê pirsê re weha bersiv da, “Teklîf hêna jî tê lêkolînkirin, ji ber vê yekê ez naxwazim niha bersivekî bidim.”

Usame Hamdan dûre weha got:

“Hemû fikrên ku ji teref îşxal û bireveberîya Emrîqayê ve têne şandin daxwazîyên xelkê Fîlîstînê temîn nake. Ev tişt ne tiştekî nû ye. Dema ku em li dîroka teşebûsa çareserîya ji meseleya Fîlîstînê re a Emrîqayê binhêrin, di wan çareserîyan de mantiqekî tenê heye ku ew jî van çareserîyên ku têne îfadekirin li gorî daxwazîyên îsraîlê û tesfîyekirina meseleya Fîlîstînê ye. Ji ber vê yekê em van teklîfan ji ber ku ji teref Emrîqa an jî rejîma îşxalker ve hatîye şandin nanirxînin, em van teklîfan di çarçoveya menfeatên xelkê Fîlîstînê û lazimatîyên Fîlîstînê de dinirxînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.