Serokê Weqfa Siyerê, Îttîhad’ul Ulemayê ziyaret kir

Serokê Weqfa Siyerê, Îttîhad’ul Ulemayê ziyaret kir

DİYARBEKİR - Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê Muhemmed Emîn Yildirim û lijneya pê re Îttîhad’ul Ulemayê ziyaret kirin.

Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê Muhemmed Emîn Yildirimê ku ji bo hinek ziyaretan hatibû Diyarbekirê bi lijneya ku ji rêvebirên weqfê pêk dihat Yekitiya Alim Û Medreseyan (Îttîhad’ul Ulema) ziyaret kirin.

Yildirim û lijneya Pêre ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mehmet Şenlîk, Sekreterê Giştî Muhammed Ozer, ji berpirsyarên perwerdehiyê Abdulquddus Yalçin û Abdurrahman Ozekîncî ve hatin pêşewazkirin.

Yildirim di ziyaretê de di derbarê karûbarên medreseyan de agahî sitand û destnîşan kir ji bo ku pirsgirêkên Ummetê werin çareserkirin pêwîst e ku Ulema bi hev re tevger bikin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mehmet Şenlîk destnîşan kir ku bandora medreseyan li ser gel zêde ye. Her wiha Şenlîk diyar kir ku li gelemperê Tirkiyeyê medrese wan hene. (İLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.