Serokê YSKyê: Hilbijêrên mukerrer an jî xeyalî tune ne
Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven destnîşan kir “ Hilbijêrên mukerrer, sexte û xeyalî tune ne.”
Ji teref Sadî Guvenê Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind derbarê hilbijartinên mehelî yên di 31ê Adarê de daxuyanî hat dayîn.
Guven di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ji îro pê ve hejmara hilbijêrên li Tirkîyê 57 milyon û 93 hezar û 985 kes in û dû re wiha daxuyanîya xwe zêde kir: “Qet hilbijêrên mukerrer, sexte û xeyalî tune ne. Em wek Lijneya Hilbijartina Bilind di vî karî de gelek zêde hesasîyet nîşan didin û em hewl didin ku hilbijêrên me li cihên xwe yên rastî dengê xwe bidin. Ji xwe qanûn jî vê yekê emir dike.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.