Serokkomar Erdogan: Dê em lîstika ku li Sûrî tê lîstin xira bikin

Serokkomar Erdogan: Dê em lîstika ku li Sûrî tê lîstin xira bikin

ENQERE - Serokkomar Erdogan got: “Me carek din lîstika ku li welatê me tê lîstin xirab kir Ji vir pê ve înşaellah dê em lîstika ku li Sûrî tê lîstin xira bikin.

Serokkomar Erdogan başdarê vekirina Kongreya Mizgefta Miletan û Navenda Çadê ya Beştepeyê bû. Erdogan wiha diyar kir: “Me carek din lîstika ku li welatê me tê lîstin xirab kir Ji vir pê ve înşaellah dê em îstika ku li Sûrî tê lîstin xira bikin. Dê em lîstikên ku li Iraq û Lîbyayê tên lîstin xirab bikin.”

 “Yên ku ev dikin kafir jî nakin”

Erdogan di domahiya axavtina xwe de wiha diyar kir: “Eleqa van bi millet re tune. Ev çawa têketine nav leşkerên min. Ev çawa têketine nav polêsên min? Ev çawa têketine nav saziyên me yên dewletê? Niha hinek ji Xerbê aqil didin me. Lê dûvre tiştek din jî dibêje; ‘Em ji ber yên ku ji wezîfê hatine dûrxistin endîşedar in.’ Hûn li karê xwe binêrin. Dê li welatê min derbe çêbe. 237 şehîdê min hebin û 2 191 yek birîndarên min hebin. Dê yekî ji we neyê taziyê û dûvre şîretan li me bikin! Wî aqlê ji xwe re veşêre. Dema ku di çalakiyên terorî de 5-10 kes dimirin hûn dinyayê radikin ser piyan. Yên ku ev dikin kafir jî nakin.”

Dê em lîstika ku li Sûrî tê lîstin xira bikin

Erdogan wiha li wiha axavtina xwe zêde kir: “Bes bi rêxistina terorê ya Fetullahê re ne dê em micadeleyên xwe ya bi rêxistinên terorê yên din re jî bi şiklekî çêtir bidomînin. Me carek din lîstika ku li welatê me tê lîstin xirab kir Ji vir pê ve înşaellah dê em îstika ku li Sûrî tê lîstin xira bikin. Dê em lîstikên ku li Iraq û Lîbyayê tên lîstin xirab bikin. Dê em lîstikên li Rojhilata Navîn, Afrîqaya Bakûr û yên li her derê cîhanê xirab bikin.” (ÎLKHA)
 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler