Serokkomar Erdogan piştî ziyareta Kendavê axivî
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku welatên Erebistana Siûd, Kuweyt û Qatarê ziyaret kirre derheqê rojeva hundir û derve de daxuyanî da rojnamegeran.
Serokkomar Erdogan ziyaretên xwe yên welatên kendavê xelas kir. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku welatên Erebistana Siûd, Kuweyt û Qatarê ziyaret kir re derheqê rojeva hundir û derve de daxuyanî da rojnamegeran.
Serokkomar Erdoganê ku derheqê ziyaretê de daxuyanî da ji pirsê derheqê êrîşên sîyonîst îsraîl ên li dijî Eqsayê de diyar kir ‘ Ew êrîşên ku li Mescîda Eqsayê tên kirin nayên qebûlkirin.’ Di civînê de her wiha ji Erdogan derheqê îddîayên guherîna Serokê Karên Diyanetê de jî pirsek hat kirin. Erdogan pirsa ku di derheqê diyanetê de jê hat kirin wisa bersivand: “ Serokê Diyanetê hêj li ser wezîfeya xwe ye û ji wezîfeya xwe nehatiye girtin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.