Serokomar got ku ‘Di zindanan de mexdûr hene’ lê hêj ev mexdûrîyet nehat çareserkirin

Serokomar got ku ‘Di zindanan de mexdûr hene’ lê hêj ev mexdûrîyet nehat çareserkirin

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatêdestnîşan kir “Serokomar got ku ‘Di zindanan de mexdûr hene’ lê belê hêj ev mexdûrîyet nehat çareserkirin.”

Rayedarên koordînatorîya Edenê yê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ziyaretên xwe yên bo mahkûmên Yûsifî didomîne. Herî dawî rayedarên înîsîyatîfê, Yusuf Akkoyunê Serokê Komeleya Eshabê Qur’an ziyaret kir. Rayedar derbarê mexdûrîyeta mahkûmên Yûsifî de serokê komelê û endamên lijneya birêveberîya komelê agahdar kirin.

Orhan Erkuşê Koordînatorê Edenê yê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê  di ziyareta ku hat kirin de balan kişand li ser mehkûmên ku ji Hîzbûllah, Hîzb-ut Tahrîr, Weset û Sêwasê di girtîgehê de tên girtin.

“Welatîyên me yên ku 10-15 salan di girtîgehê de tên girtin û dehebîne hene”

Erkuş di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi hezaran însan di pêvajoya 28ê Sibatê de bi kumpas û komployan û bi neheqî ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatin girtin. Erkuş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berî niha gotibû ‘Welatîyên me yên ku ev 10-15 sal in belebeb di girtîgehê de tên girtin hene û di hepsan de dehibîne.’  Digel ku ji ser vê gotinê demeke dirêj derbas bûbe jî hêj di vî warî de tu gav nehatine avêtin. Em ditirsin ku ev yek bibe sebeba xezeba Xwedê.”

“Ew qerarên ku ji teref hakimên FETOyîst ve hatine dayîn divê ji ber çavan bên derbaskirin”

Erkuş di berdewama axavtina xwe de bang li rayedarên hikûmetê kir û xwest ku di vî warî de gavên pêwîst bê avêtin. Erkuş dû re weha axivî: “ Edalet rûhê kaînatê ye û bingeha dewletê ye. Em bang li Wezîrê Edaletê û Wezîrê Karên Hundir dikin û dibêjin edî bes e ev zilm. Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bi hezarana endamên darazê ji wezîfê hatin dûrkirin, gelo me ne pêwîst e ew qerarên ku ji teref van kesan ve hatien dayîn ji ber çavan bê derbaskirin? Êdî vê mexdûrîyetê bibînin. Em ji bo Yûsifîyan edaletê dixwazin ne efûyê.”

Yusuf Akkoyunê Serokê Komeleya Eshabê Qur’an jî derbarê mijarê de balan kişand li ser neheqî û bêhiqûqîyên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de hatine kirin û diyar kir ew piştgirî û destekê didin wan xebatên ku di vî warî de ji teref înîsîyatîfê ve tên kirin.

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.