Serokwezîr îhtîmala nemzedîya Abdûllah Gul nirxand

Serokwezîr îhtîmala nemzedîya Abdûllah Gul nirxand

Serokwezîr Yildirim di mijara namzedbûna Abdûllah Gul ya serokomarîyê de axivî û wiha got: “Ne tu dikare ji hereketa tu ji qetîya ye û ne jî ji hereketa nû re bibe bi fêde.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim,  piştî vegera xwe ya ji Îspanyayê pirsên rojnamevanan bersivand û di warê îhtîmala nemzedîya Abdûllah Gul ya ji bo serokomrîyê wiha got:“Ne tu dikare ji hereketa tu ji qetîya ye û ne jî ji hereketa nû re bibe bi fêde. Tecrûba ev daye nîşandan.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim, di 23yê Nîsanê de li TMMê beşdarî resepsîyonê bûbû û di warê îhtîmala namzedbûna serokomarê 11emîn Abdûllah Gul de pirs jê hatibû kirin. Yildirim gotibû “Wê ji wî bipirsin” û bersiv nedabû.

Îro Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglû û Gul derdora 2 saetan hevdîtin kirin. Karamollaoglû û Gul do di Merasîma Xelatên Prof. Dr. Necmettîn Erbakan de jî hatibûn cem hev.

Piştî tepkîyên CHPê û israrên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partîyê Meral Akşenerê ya serokomarîyê ji bo mixalefetê namzedîya Gul wek namzedê hevpar zeîf bû. Gulê bibe namzedê partîya Saadetê an nebe ev hê nehatîye eşkerekirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler