Serokwezîr Yildirim: Armanca mebi Amerîka re pêşvebirin û başkirina pêwendiyan e

Serokwezîr Yildirim: Armanca mebi Amerîka re pêşvebirin û başkirina pêwendiyan e

Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ku ziyaretên xwe yên li Amerîkayê xelas kir re diyar kir “Armancame bi Amerîka re pêşvebirin û başkirina pêwendiyan e, ne paşvexistin e.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ku ziyaretên xwe yên li Amerîkayê bi dawî kir û berî vegere Tirkiyê daxuyanî da endamên çapameniyê û pirsên wan bersivand.

Di civîna çapemeniyê de rojnamevanek di bîran xist ku di hevdîtina ku bi Pence re hatiye kirin de mijarên mîna serokê FETO, arîkariya ku Amerîka ji YPGê re dike hatin gotûbêjkirin û dû re wisa pirsî “Hûn di demeke kurt an jî dirêj de gavên li ber bi çav hêvî dikin?” Yildirim pirsa rojnamevan wisa bersivand: “ Elbet me tiştê pêwîst vegot û me hêviyên xwe ji wan re ragihand. Terefa li hember me jî di vî warî de tiştekî neyînî negot. Em ê mijarê ji vê pê ve taqîb bikin û em ê bibînin. Em ê jî li gor wê gavên xwe bavêjin. Armanca  me bi Amerîka re pêşvebirin û başkirina pêwendiyan e, ne paşvexistin e. Sûda vê yekê li her du terefan heye.”

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.