Serokwezîr Yildirim li Diyarbekirê di mîtînga Qudsê de axivî

Serokwezîr Yildirim li Diyarbekirê di mîtînga Qudsê de axivî

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Diyarbekrê beşdarî mîtînga bi sernava "Lanet li Zulmê, Piştgirî bo Qudsê" bû û li wir axivî.

Serokwezîr Bînalî Yildirim, ji Enqerê bi teyareyek taybet hat Diyarbekirê û li Qada Îstasyonê ya li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê xîtabê gel kir.

Serokwezîr Yildirim di axavtina xwe de qetlîamên çeteyên sîyonîst lanet kir û îfade kir ku bizanin bi zulmê mirov abad nabin.

Serokwezîr Yildirim wiha axivî:

“Em îro ji bo zilma îsral lanet bikin û ji bo bidin nîşandan ku em bi birayên xwe yên Filistînî re ne li vir kom. Em bi Diyarbekirîyan re qebla xwe ya ewil Mescîd-î Aksa silav dikin. Van qebîhên gula biser zarokên bêgune de dibarînin dê li pêşîya dîrokê di nava qebhet û ziletê de bijîn. Tiştên bi me dikeve divê em li heber zilm û zaliman bisekinin û li ba mezlûman cîh bigrin. Emê serî ji van namerdên rihê xwe firotinine zaliman re qethîyen netewînin û ji rêya heq, edalet û merhametê qethîyên bernedin. Ey zalimên ku pîrozbahî û yadîgarîyên pêxemberan bin pê dikin bizanin ku bi zulmê mirov abad nabin.”

“Mesela Filistîn mesela me ye”

Yildirim, di dawîya axavtina xwe de wiha got: “Me derîyê xwe ji milyonan sivîlên Sûryeyê yên Kurd, Tirk, Ereb vekir û me tu cudahî nexistin nava wan. Birayên me yê ku ji mirinê direvîyan û dixwestin xwe xelas bikin em ji wan re bûn xwedî mal û em li wan xwedîtî kir. Ji ber vê yekê mesela Filistîn mesela me ye.” (ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.