Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî ji Elî Qeredaxî re telefona tebrîkê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî ji Elî Qeredaxî re telefona tebrîkê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dr. Elî Qeredaxîyê ku ji Serokatîya Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê re hatibû hilbijartin pîroz kir.

Hat îfadekirin ku pîrozkirin li ser telefonê hatîye kirin û Barzanî ji Qeredaxî re serfirazîyê daxwaz kirîye.

Barzanî, di axavtina xwe de ji Qeredaxî re diyar kir ku bila ji Îslamê re xizmetê bike û di serî de Kurd hemû xelkên bindest biparêze.

Qeredaxî jî ji ber ev telefonê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re teşekur kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.