Şêx Îzzeddîn El-Qessam di salvegera 84emîn a şehadeta xwe de tê yadkirin

Şêx Îzzeddîn El-Qessam di salvegera 84emîn a şehadeta xwe de tê yadkirin

Îzzeddîn El-Qessamê ku di dîroka Îslamê de bi tekoşîna xwe ya li dijî îşqalkerên Îngîlîz û siyonîstan tê nasîn di sala 84emîn a şehadeta xwe de tê yadkirin.

Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku ji bo azadiya Quds û Mescîda Aqsayê li dijî îşqala sîyonîstan tekoşîn kiriye û di derbarê vê yekê de ji ciwanên Îslamê re bûye mînak bi minasebeta salvegera xwe ya 84emîn tê yadkirin.

Şêx Îzzeddîn El-Qessamê di sala 1921an d li bajarê Hayfaya Flîstînê bicî dibe û dest bi dersên ilmî dike. Her wiha ji bo ku gel ji aliyê Îslamê ve huşyar bibe dest bi xebatên xwe yên îrşadê dike. Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku bang li gel dikir da ku hiyar bibin di exlebê waezên xwe de qala cîhadê dikir. Dûvre wek fiîlî dest bi xebatên cîhadê kir û di derbarê vê yekê de ders da ciwanan. Di pêşengiya wî de di sala 1931an de tevgereke cîhadî hat destpêkirin. Eî-Qessamê ku di rêya azadbûna Filîstînê de tekoşîneke pir mezin kir di 19ê Mijdara sala 1935ê de ji teref yekîneya Îngilîzan a 500 kesî ve piştî ku hat dorpêçkirin hat şehîdkirin. Pêşeng û Rêberê Şaxa Leşkerî ya HAMASê ya Tevgera Berxwedana Îslamî Şêx Îzzeddîn El-Qessam bi minasebeta salvegera xwe ya 84emîn tê yadkirin.

Şêx Îzzeddîn El- Qessam kî ye?

Muhammed Îzzeddîn Îbnî Abulkadîr El- Qessamê ku ji bo azadiya Quds û Mescîda Aqsayê tekoşîn dikir li Cebeleya girêdayê Lazkiyeya Sûrî di sala 1880an de hat dinê. El- Qessam li Sûrî û Misrê ilmên Îslamî tehsîl dikir û dûvre ji Zanîngeha El- Ezher mezûn bû. Piştî vê yekê El- Qessam dest bi xebatên îrşadê kir.

Her wiha El-Qessam di derbarê tekoşîna Îslamî de xwedî helwesteke baş bû. Eî- Qessam di derbarê vê yekê de biryar dide ku beşdarê tekoşîna Omer Muhtar bibe. Lê hikûmeta li Sûrî ji beşdarbûna cihada Lîbyayê ya Şêx Îzzeddîn El- Qessam û hevalên wî re bûye asteng. El-Qessam dema ku dibîne hêzên dabirker û siyonîst di derbarê lîstika Qudsê de têkiliyê bi hev re dikin di sala 1921an de li bajarê Hayfaya Filîstînê bicî bû.

Dema ku dibîne Îngilîzên ku axên Filîstînê dabir dike û Yahudiyan tîne li wir bicî dike dest bi amadehiya cîhadê dike. Di vî heyamê de ji aliyekî ve ders dide ciwanan da ku beşdarê cîhadê bibin û ji aliyeke ve jî teçhîzat temîn dike. Lewra di 5ê Nîsana sala 1931an de wek fiîlî cîhad hat destpêkirin. Dê vê dîrokê de micahîdên Îzzeddîn El-Qessam li El-Yecûrê êrîş lidar dixin û 3 sîyonîstên ku têkiliya wan bi Îngilîzan re heye dikujin. Êrîşên cûr bi cûr li dijî dabirkerên Îngilîz û siyonîstê lidarxistin.

Şehadeta Şêx Îzzeddîn El- Qessam

Şêx Îzzeddîn El- Qessam di 19ê Mijdara sala 1935ê de ji teref yekîneya Îngilîzan a 500 kesî ve dema ku bi perwerdehî dida micahîdan dora wan hat dorpêçkirin. Lê El-Qessam û micahîdên bi wan re teslîm nebûn. Wan bi dabirkeran re şer kir. Piştî vê yekê di encama êrîşa hewayî ya ku li dijî wan hat lidarxistin de Şêx Îzzeddîn El- Qessam û hinek micahîdên cem wî hatin şehîdkirin. Yên din jî hatin girtin.

“Divê pêşengên tekoşînê ji nifşa ciwan re werin nasandin”

Lêkolîner-Nivîskar Sadullah Aydin diyar kir ku Umeta Îslamê niyazmendê pêşeng û lîderrên wekê Şêx Îzzeddîn El- Qessam e û divê ku pêşengên tekoşînê ji nifşa ciwan re werin nasandin.

Aydin wiha axivî: “Şêx Îzzeddîn El- Qessam li dijî sîyonîzm û emperyalîsma li pişta wê ruheke berxwedanê daye nîşanê gelê Flîstînê. Wî lê Filîstînê agira cîhadê pê xistiye. Wî di salên 1930an de li dijî emperyalîzmê pêşengiya berxedan, qiyam, tekoşîna Îslamî û cîhada çekî kiriye. Axên Filîstînê wê çaxê girêdayê Îslamê bû lê piştî Herba Cîhanê ya Yekemîn ji teref Îngilîzan ve hat îşqalkirin. Piştî îşqalkirina Filîstînê çalakiya Yahudîkirina Filîstînê dest pê kir.”

Aydin diyar kir ku gelê Filîstînê di derbarê vê tekoşînê de deyndarê Şêx Îzzeddîn El- Qessam e. Dûvre Aydin wiha pê de çû: “Flîstîn bi vê yekê re dûçarê îstîlaya çekî yên mîlîtanên siyonîstî bû. Li dijî vê îstîlayê gelemperê Umeta Îslamê lê di taybet de gelê Filîstînê dema ku bê hêviyê de bû Şêx Îzzeddîn El- Qessam wan di derbarê tekoşînê de agahdar kir û heraketa qiyamê dest pê kir.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler