“Şêx Seîd û hevalên wî ji bo dînê Xwedê şehîd bûn”

“Şêx Seîd û hevalên wî ji bo dînê Xwedê şehîd bûn”

DİYARBEKİR - Serokê Şubeya Diyarbekirê yê Palewî-Derê Mustafa Ungur destnîşan kir Şêx Seîd û 46 hevalên wî ji bo dînê Îslamê hatin şehîdkirin.

Ji teref Şubeya Diyarbekirê ya Palewî-Dera ku navenda wê li Xarpêtê ye li cihê ku tê diyarkirin qebra Şêx Seîd lê ye daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.Koma ku li Deriyê Çiyê civiya Qur’ana Kerîm xwend  û ji bo Şêx Seîd û hevalên wî dia kir.

Ungur di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ji wê roja ku hatiye definkirin vir ve cihê qebra wî hat veşartin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji naskirî û hezkiriyên wî re qebrekê zêde dîtin.Em vê kiryarê şermezar dikin.Ev eyba edaletê ye.Em ji hikûmeta a niha teleb dikin ku ji vê  zilma ku hikûmeta wê demê kiriye re dawî bîne.Ji zilmê re razîbûn zilm e.Em ji hikûmetê dixwazin ku arşîvan vekin û îfadeyên Şêx Seîd û hevalên wî yên ku berî ku bên şehîdkirin bên eşkerekirin.Bila cihên qebrên wan ji me re bibêjin.Bila destûr bidin me da ku em li ser mekan û maqamên wan mizgeftekê wan ava bikin.”

Ungur di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bila rayedar guh bidin denge vî milletî  û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bila kesên li erd û asîmanan şahid bin ku em ji Şêx Seîd Efendî hez dikin.Lewra armanca Şêx Seîd hakimbûna dînê Xwedê bû.Xweda hez ji wan kesên ku ji bo dînê Wî cane xwe feda kirine dike û di Qur’ana Kerîm de destnîşan dike ku ew kes zindî ne.Em rayedaran îqaz dikin.Bila ji vê neheqî û zilmê re bibêjin êdî bes e.Bila guh bidin denge vî milletî.”

Kom piştî duaya ku kirin belav bû.(ÎLKHA)













 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.