Siûdî piştgirîya siyonîstan dike

Siûdî piştgirîya siyonîstan dike

Endamê Meclîsa Alimên Filistînê Şerîd el-Şevlî destnîşan kir Siûd ji bo siyonîstên terorîst bigihijin hedefên xwe yên li heremê destekê dide wan.

Şerîd el-Şevlîyê Endamê Meclîsa Alimên Filistînê destnîşan kir Siûd piştgirîya çeteya terorê ya siyonîst dike û ji bo siyonîst li herêmê bigihijin armanc û hedefên xwe temamê desteka xwe didiyê. El-Şevlî her wisa diyar kir hinek welatên Ereban di pişta perdê de bi Tel Avîv re dikevin pêwendîyê.

El Şevlî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir meseleya Filistînê bo alema Îslamê meseleyeke gelekî muhîm e û ev mesele ummeta Îslamê tîne ba hev  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dijminekî ummeta Îslamê heye; ew jî rejîma îşxalê ye. Dagirker û mêtinkarên mîna Fransiz û Îngîlîz bi herêmê dabeş bikin vê rejîmê damezrandin.”

Şevlî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Dewleta Siûd pergaleke dîktatorîyê ye ku di dîrokê de emsala wê nehatiye dîtin.  Ev dewlet bi derfetên di destê xwe de û bi talîmatên ku ji Amerîkayê dîstine hewl dide îsraîl li herêmê bigihije armanc û hedefên xwe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler