Siyonîstan lêxistina tesîsa el-Kîbar qebûl kirin

Siyonîstan lêxistina tesîsa el-Kîbar qebûl kirin

Çeteya terorê ya siyonîstan li xwe mikûr hat ku ew di sala 2007an de reaktoreke nukleer a li Sûrîyê hedef girtine.

Çeteya terorê ya siyonîst bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew di sala 2007an de li Sûrîyê bi balafiran êrîşî reaktora nukleer a bi nav el-Kîbar kirine û bi vî awayî cihê ku bo wan tehdîdek bû ji holê rakirine û ev  yek bo dijminan peyamek e.

Li gor daxuyanîya siyonîstan di 6ê Îlona sala 2007an de bi 9 balafirên şer nêzî 4 seatan tesîsa el-Kîbar hatiye bombebarakirin û nêzî 18 tonan bombe di ser tesîsê hatiye berdan.

Reaktora ku di sala 2007an de hat hedefgirtin bi alîkarîya Koreya Bakur dest bi înşaata wê hatibû kirin û ger nehatibana hedefgirtin ew ê di dawîya sala 2007an de bi dawî bûba.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.