Sîyonîst Hilweşandinê Didomînin

Sîyonîst Hilweşandinê Didomînin

Îsraîla çeteya terorê, hilweşandina avahiyên filistînîyan didomîne. Di mehekê de li çola Negevê 30 mal û 3 camî hatin xerakirin.

Rapora hilweşandina avahîyên filistîniyan yên li çola Negevê hat diyarkirin. Mesûlê Negevê yê Hereketa Îslamî ya Filistînê Ûsame el-Agîbî da zanîn ku di mehekê de, li çola Negevê bi bihana ku bêruxset in 30 mal û 3 camî ji aliyê Îsraîla siyonîst ve hatine xerakirin. Agîbî da zanîn ku di demên dawîn de operasyonên Îsraîla melûn ên xerakirina malên filistînîyan zêde bûne.

Îsraîl digel ku av û elektrîkê nade gundên li çola Negevê, mulkîyeta erda filistîniyên li wê derê jî nas nake. Bi bihana ku bêruxset in, malên filistînîyan xera dike.

Li aliyê din Îsraîla îşgalker li Qudsê 13ê wan zarok 22 kes, li Şerîaya Rojavayê jî 10 kes binçav kirin. Polîsê Îsraîlê di hukmê du mehan de 600 filistînî binçav kirin.

Cemiyeta Hêsîrên Filistînê îfade kir ku di zindanên Îsraîlê de nêzî 7 hezar filistînî girtî ne.

IMFya fona pereyê ya navneteweyî jî, rapora xwe ya li ser Şerîaya Rojavayê û Ğezzeyê weşand. Di raporê hat gotin ku digel zayîatên can û mal, ekonomîya herêmê jî ciddî xisar dîtîye. Hat îfadekirin ku li herêmê ji bo baştirkirina ekonomiyê ya domanbar, destek û piştgirîya alema navneteweyî hewce ye û divê ambargoya Îsraîla siyonîst sivik bibe.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.