Sîyonîstan êrîşî Filistînîyan kir: kesek şehîd bi dehan kes jî birîndar bûn

Sîyonîstan êrîşî Filistînîyan kir: kesek şehîd bi dehan kes jî birîndar bûn

Çeteyên sîyonîst di îna çaran ya Meşa Vegerê a Mezin de dîsa êrîşî protestovanên Filistînî kir, di encama êrîşê de Filistînîyek şehîd bû bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li ser axên ku ji teref çeteyên sîyonîst ve hatine îşxalkirin Filistînîyan di îna çaran ya Meşa Vegerê a Mezin de li ser sînorê Xwzzeyê çalakiyên xwe pêşanê li dar xist. Sîyonîstan êrîşî Filistînîyên ku li Şerîayê piştî nimêja înê protesto li dar xist kir.  

Filistînîyên ku li nêzîkî derîyê ez-Zavîye kom bûn û ji bo piştgirîyê bidin “Meşa Vegerê a Mezin” çalakiya protesto li dar xist in. Çeteyên siyonîst ji bo çalakvanan belav bike bi guleyên rast yên plastîk û bi xaza îsotan êrîşî Filistînîyan kir.  

Di dema êrîşê de çeteyên siyonîst bi guleyên rast ciwanekî Filistînî yê 25 salî ji serê wî de birîndar kir. Hat îfadekirin ku ciwanê Filistînê şehîd bû ye. Li Nablûs û Ramallahê jî çeteyên sîyonîst êrîşî çalakvanên Filistînî kir. Di encama êrîşan de bi dehan Filistînî birîndar bûn.  

Di çarçoveya Roja Axê ya 42yemîn de ji 30yê Adarê roja Înê heta niha çalakiyên xwepêşanê dewam dike. Di ancama êrîşê çeteyên îşxalker de ji 30yê Adarê roja Înê heta îro 36 Filistînî hatin qetilkirin û nêzîkî 4 hezar Filistînî jî birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler