Siyonîstan êrîşî Filistînîyan kirin: 37 birîndar
Siyonîstên terorîst êrîşî Filistînîyên ku xwepêşan li dar dixistin kirin, di encama êrîşa siyonîstên îşxalker û terorîst de 37Filistînîbirîndar bûn.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst doh êrîşî Filistînîyên ku di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de xwepêşan li dar dixistin kirin, di encama êrîşa siyonîstên îşxalker û terorîst de 37 Filistînî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin siyonîstên terorîst êrîş birin li ser Filistînîyên ku li başûrê Xeta Xazzê xwepêşan li dar dixistin. Di encama êrîşa siyonîstên terorîst de 37 Filistînî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji 37 kesên ku birîndar bûne 4 kes rojnameger in û ji bilî birîndar bi sedan kes ji êrîşa siyonîstan tesîrdar bûne.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.