Stenbol wek navend li 5 bajaran operasyona FETO: 22 binçavî
Di çarçoveya lêpirsînên li dijî FETO de Stenbol wek navend li 5 bajaranan operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonan de 22 kes hatin binçavkirin.
Li dijî 42 xebatkarên Zanîngeha Marmarayê yên nû û kevn operasyon hat lidarxistin. Di operasyona ku Stenbol wek navend li 5 bajaran hat lidarxistin de 22 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Stenbolê li dijî rêxistina terorî ya FETO-PDYê operasyon li dar xist. Di çarçoveya lêpirsînên li dijî rêxistina FETO de li Zanîngeha Marmarayê 24 wezîfedarên di statuya hindekarî, îdarî û xebatkarên qamûyê de bi tevahî 42 kesên ji ber pêwendiyê wan ê bi rêxistina FETO re hatin girtin.
Li zanîngehê lêgerînên di odeya 24 kesên ku hatin binçavkirin de dewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.