STKyên Îslamî beşdarî şîna Cafer Gîzlî bûn

STKyên Îslamî beşdarî şîna Cafer Gîzlî bûn

STKyên Îslamî beşdarî taziya Cafer Gîzliyê ku di wan rojê borî de li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek PKKyî ve hatibû kuştin bûn û diyar kirin ew vê êrîşa ku hatiya kirin telîn dikin.

STKyên Îslamî beşdarî taziya Cafer Gîzliyê ku di wan rojê borî de li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek PKKyî ve hatibû kuştin bûn û diyar kirin ‘em vê êrîşa ku hatiya kirin  telîn dikin û divê hemû kesên ku ji vê yekê mesûl in bên darizandin.”

Serokê Lijneya Îcraya STKyên Îslamî Yunus Memîş di taziyê de  ji Xwedê Teala ji Cafer re rehmet û ji malbata wî re jî sebir teleb kir û diyar kir ev êrîşa ku hatiye kirin nayê qebûlkirin.

Memîş  di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Nexasim Wezareta Werzîş û Ciwaniyê û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî divê organizasyonên mîna vê de zêdetir bi dîqqet bin. Ev hewadîsa ku pêk hatiye rewşa nebaş a ku ciwanî tê de ye nîşan dide. Em bawer dikin divê hemû kesên ku ji vê yekê mesûl in bên darizandin.Em wek STKyên Îslamî yên Diyarbekirê ji vê êrîşa ku hatiye kirin naletê tînin.”

Memîş di dawiya axavtina xwe de wiha axivî: “Rebbê me şehadeta vî birayê me qebûl bike.Em ji Xwedê Teala ji malbat û naskiriyê wî re sebrê daxwaz dikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.