STKyên Îslamî çûn taziya Gundê Herbecinê
DİYARBEKİR - STKyên Îslamî yên Diyarbekirê ji ber ku li Gundika Beqewsê wesayîta bombebarkirî hatibû înfilaqkirin û di encama wî înfilaqê de 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn çûn taziyê.
STKyên Îslamî yên Diyarbekirê ji ber ku li Gundika Beqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê di 12ê Gulanê roja pêncşemê bombe wesayîta bombebarkirî hatibû înfilaqkirin û di encama vî înfilaqê de 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn çûn taziyê.
Lijneya ku beşdarê teziyê bûbû ji kesên ku teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn re rehmet, ji birîndaran re şîfa û ji malbatên ku xizmên xwe ji dest dane re jî sebr û sebat xwestin.
Nûnerên STKyê li qada ku teqîn pêk hatibû de tehqîqat kirin û serxweşî li gundiyan dan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.