STKyên Îslamî yên Diyarbekirê qetlîama Helebê şermezar kirin

STKyên Îslamî yên Diyarbekirê qetlîama Helebê şermezar kirin

DİYARBEKİR - STKyên Îslamî yên Diyarbekirê ji bo ku qetlîama Helebê ya ji teref rejîma Sûrî û balafirên Ûris ve tê kirin tel’în bikin daxuyaniyekê nivîskî lidar xistin.

STKyên Îslamî yên Diyarbekirê bi daxuyaniya nivîskî qetlîama Helebê ya ku ji teref rejîma Sûrî û balafirên Ûris ve tê kirin û di van rojên herî dawî de bûye sedema mirina 250 kesan û birîndarbûna hezaran kes tel’în kir.  

Daxuyaniyê li ser navê STKyên Îslamî yên Diyarbekirê Ferzande Lale xwend û di daxuyaniyê de diyar kir ku ew wek misliman bi feryada ku ji Sûriya beldeya Îslamê bilind dibe dihesin.

Lale diyar kir ku Esed ferq naxe di nabeyna zarok, pîr, jin, mêran. Ew herkesî wek hev dihesibîne û wan dikuje. Dûvre Lale axavtina xwe wiha domand: “Hêzên Emperyalîst ên ku piştgirî didin wî bi şiklekî wehşiyane xwîna Mislimanan dirêjin û li ser term û cesedên Mislimanan xwepêşana hêzê dikin. Ewrûpa, Emrîka û wehşî Ûris ên dû rû yên ku dijminê kevnar ên erdnîgara Îslamê ne dema ku dabaş Misliman û erdnîgara Îslamê bibin demildest tên cemhev û bi hîleyên fitneyi hewl didin ku Mislimanan têxin nav alozî û qeyranê. Ev siyaseta wan a ku çendîn sale nayê guhertin e.”

Tê dîtin ku ji Ummetê re davik hatiye vedan

Lale bal kişand ku wek Misliman ew dibînin ku ji Ummetê re davik hatiye vedan. Dûvre Lale wiha pê de çû: “Dema ku dabaş Misliman bibin deng ji mistekbîrên zalim dernakeve. Lê dema ku zirar digêhêje wan demildest qala emoqrasî û mafên însanan dikin û bi van gotinên mirohahî yên ku naveroka wan vala ye xwe derdixin heqiyê. Lê divê ku bizanibin ew êdî nikarin me bixapînin. Her wiha bila bizanibin ku pêvajoya hişyarbûna Mislimanan dest pê kiriye. Îro birayên me yên ehlê Sûrî yên ku bûne wesîla vî hişyarbûnê û bi dil û can di vî qasê de sebr û sebat dikin înşaellah dê bi mizgîniya xelasiya erdnîgara Ummetê re mizeffer bibin.”

Lale bal kişand dizanin ku dengê azadiya hêzên mistekbîr yên ku ji Sûrî bilind dibe ji xirabûna wan re pêşengî dike û ji bo vî yekê jî her polîtîqaya gemar û qirêj yên ku ji destê wan tê pêk tînin. Lale wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev eşkere ye heke ku Sûrî azad bibe dê ev azadî hêviya erdnîgara Îslamê zêdetir bike. Ji ber vê yekê ev itîfaqa ku Rojhilata Navîn kiriye wekê pêta agirê û hemî alîgirên wî viyan û îradeya hemî kesan avêtine pişt guhên xwe û piştgirî dane dîktator û zalimekî wekê Esad. Bi vî yekê re jî hewl didin ku pergala zilmê li ser piyan bidin sekinandin. Lê bi îhsan û alîkariya Xwedê Teala ev davika ku ew vedidin dê bixwe têkevin navê de.”

 “Gotinên we yên demoqrasî û mafên însanan ji direwan pêk tê”

Lale bang li Ûris, Emrîka û dewletên Ewrûpayê yên dû rû kir û dûvre daxuyaniyê wiha domand: “Gotinên we yên demoqrasî û mafên însanan ji direwê pêk tê. We carek din jî da nîşandan ku we bi zilm, mirin û kuştinan dîrok nivîsandiye. Ew xwîna ku hûn li çar terefê Sûrî û Helebê dirêjin înşaellah dê bibe wesîla xirabûn û daketina we. Ey zalimno! Vî yekê jî bizanibin ku em ji mirinê natirsin. Lewra em dizanin ev dinyaya ku hûn dihebînin demborî û fanî ye.”

 “We ispat kir ku mirinek bi rûmet her wext ji jiyanekê kind û zîletê çêtir e”

Lale wiha bang li gelê Sûrî kir: “Gelî birayên me yên bi rûmet ên ku bes ji xwe re evdîtiya Xweda neqandine û ji azadiyê re evîndarin.” Dûvre Lale axavtina xwe wiha domand: “Şehadeta mibarek bibe û tekoşîn û serbilindiya we pîroz bibe. hûn rûmet û fexra Ummetê ne. We ispat kir ku mirinek bi rûmet her wext ji jiyanekê kind û zîlet çêtir e. Em şahidin ku hûn li ser soza ku we dabû Xwedê Teala sekinîn. We mal, can û ewladên xwe di rêya Xwedê Teala de feda kir. We şahidiya herî xweş kir û bi şiklekî serbilind hûn gihaştin Rebbê xwe.”

Lale herî dawî diyar kir ku dê her wext li cem gelê Sûrî yên feqîr û belengaz bibin û her wiha kî dibe bila bibe dê her tim li dijî zaliman bibin. (ÎLKHA)




 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.