“ 'Sûcekî' wî tene hebû ew jî misliman bûyîn bû”

“ 'Sûcekî' wî tene hebû ew jî misliman bûyîn bû”

BRUKSEL - Naaşê Mehmet Salih Kayayê Gêra Caferî yê ku heftiya borî roja duşemê li bajêra Charleroîya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin ew ê roja yekşemê bê definkirin.

Naaşê Mehmet Salih Kayayê Gêra Caferî yê ku heftiya borî roja duşemê li bajêra Charleroîya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin ew ê di 22ê Gulanê roja yekşemê di seat 15.30an de bi balafirê bînin Balafirgeha Êlihê û ew ê ji wê derê naaşê wî bibin gundê Gêra Cafera Kerboranê. Mehmet Salih Kaya ew ê li gundê wî bisperin axê.

Naaşê Mehmet Salih Kayayê Gêra Caferî yê ku heftiya borî roja duşemê li bajêra Charleroîya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin piştî ku hat şuştin re ji bona wî ji teref hezkirî û naskiriyên wî ve nimêja cenaze hat edakirin.

“Cenazaya mezlûmekî bi vî awayî ji Ewrûpayê ne çûye Tirkiyê”

Piştî nimêja cenaze ya ku hat edakirin re kesên naskiriyên wî di derbarê Kaya de diyar kirin ku ew mudawîmê mizgeftê bû û xwediyê hilmê bû.

Mela Abdurrehman Ortaçê ku piştî nimêja cenazê axavtinekê kir di derbarê Mehmet Salih Kaya de diyar kir ev bû nêzî 40 salî cenazaya mezlûmekî bi vî awayî ji Ewrûpayê ne çûye Tirkiyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi heman awayî Mehmet Salih weke navê xwe mu’mîn bû û tu zirara wî negihaştibû tu kesî û însanekî mezlûm bû. Kesên ku wî nas dikin jixwe şahidiyê dikin û kesên ku wî nas nakin jî bila ji kesên ku wî nas dikin bipirsin.Sûcekî wî tene hebû ew jî misliman bûyîn bû.Li pey de 2 zarokên nexweş man û  ji xwe ew jî nexweş bû.”

Ortaç di berdewama axavtina xwe balan kişande li ser mezlûmiyeta M. Salih Kaya û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ne dê û bav û ne jî kesekî ku ji xwîna wî be li vê derê tune ye. Esasên, birayên Salihî hûn in. Mu’mîn encax bira ne.Divê wateya vê  di gotinê de nemîne û  pêwîst e ku di esasê de be.Em ji ber çûyîna wî xemgîn in.Me wî şuşt û em ê li pey de bigirîn, em ê jê re dua bikin.Vaye biratî ev e. Gotina Tirk, Erep û Kurd bira ne bi gotinê nabe , divê bi amelê be.”

“Divê kesên qatil bên cezakirin da ku ji hinek kesan re bibe ders û îbret û da ku qestî canê mezlûminan din nekin”

Ortaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê kesên qatil bên cezakirin da ku ji hinek kesan re bibe ders û ibret û da ku qestî canê mezlûminan din nekin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda Teala him li vê dinyayê  û him li dinyaya din heqê wî ji wan bistîne û vê yekê jî nîşanî me jî bide.Her kî bi qestî mu’mînekî bikuje  ew ê roja qiyametê ebedî di cehennemê de be.Ya Rebbî! Ev edaleta te ye.Em wek evdên te aciz in, li vê dinyayê ceza bide qatilan da ku ji hinek kesên din re bibe ders û îbret, bila qestî canê mezlûminan din nekin.Sûcê Salihî çi bû? Çima wî kuştin? Em şahid in ku ew mu’mîn bû, wek navê xwe salih bû.Min heta îro nêzî 100 kesî şuşt, her wiha cenazeya şehîdên ku di sala 1992an de li Sûsayê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin jî şuşt.Wellahî wesfên di wan naaşên şehîdan de di vê naaşê de jî heye.Ez şehadet dikim ku  rihê vî însanî bi şikleke tahir çû ba hizûra Xwedê.”

 “Daîmen şikir dikir û însanekî kanaatkar bû”

Abdulcelîl Ercanê ku ji hevalên M. Salih Kaya bû di derbarê hevalê xwe de wiha axivî:” Min rehmetî berî vê 2 salan ji ber xebatên wî yên dawetên Îslamî nas kir.Di navbera mala min û wî de 100 metro dûrahî hebû û min xwest ku em hevdû nas bikin. Min bihîst ku lawê malbatekî misliman e.Bi şiklekî min nimreya telefona wî peyde kir. Ew û zarokên wî nexweş bûn û tu dehata wî tune bû, lê daîmen şikir dikir û însanekî kanaatkar bû.Carinan di înşaatan de dixebitî.Pir kanaatkaar bû. Her wiha  zirarê nedida tu kesî.Li derdora xwe dihat hezkirin. Nimêjên xwe exlebe li mizgeftê dikir. Tehemmulî vê dîndarbûna wî nekirin û ji ber vê yekê wî qetil kirin.”

“4-5 rojan di mirîxaneyê de ma lê tiştek bi bedena wî nehat”

Ercan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew beşdarî şuştina cenazeya şehîd bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ya Rebbî! Ez şahidiyê dikim ku ew şehîd e. 4-5 rojan di mirîxaneyê de ma lê tiştek bi bedena wî nehat.Heta ku ez bimirim ez ê wî ji bîr nekim.”

 “Birayê me Salih însanekî mînak bû”

Gokhan Bayirê ku ji hevalên M. Salih Kaya bû di derbarê hevalê xwe de hest û ramanên xwe bi vî awayî anî ziman: “Ev bû nêzî 4 salan ku ez wî nas dikim.Rûken bû , digel temamê pirsgirêk û zehmetiyan her tim digot ya bi xêr.Ji însanan re bi feyde bû.Zirara wî ji tu kesî re tune bû.Ji bona sohbetan diçû komele û mizgeftan.Bi tu kesî re hisûmetdar nîn bû.Em a niha hemû şaş mane. Xweda wî bixe cennetê.”

Li taxa  ku lê saziyeke PKKê ya bi navê Navenda Civata Kurd a Charleroî heye zext li Kurdên ku lê dijîn tên kirin da ku biçin wê komelê û beşdarî fealiyetan wan bibin.Mehmet Salîh Kaya jî ji bona ku neçe vê komelê li ber xwe daye û ji ber vê yekê jî bênavber hatiye tehdîdkirin.

Malbata Mehmet Salih Kaya diyar kir berî niha 3 caran tehdîd li wan hatiye kirin ku ew ê ew ji teref PKKê ve bê kuştin û heta ji wan re gotine ku ew ê Salih Kaya bi kêran bê kuştin. Di nihayetê de Salih Kaya ji teref Abdulhakîm Kayayê PKKyiye ku Mêrdînî ye û endamê vê komeleyê ye ve  bi kêran hat şehîdkirin.

Naaşê Mehmet Salih Kayayê Gêra Caferî yê ku heftiya borî roja duşemê li bajêra Charleroîya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin ew ê di 22ê Gulanê roja yekşemê di seat 15.30an de bi balafirê bînin Balafirgeha Êlihê û ew ê ji wê derê naaşê wî bibin gundê Gêra Cafera Kerboranê. Mehmet Salih Kaya ew ê li gundê wî bisperin axê.(ÎLKHA)

İLKHA

























 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.