Suheyl el-Hîndîyê ji rayedarên HAMASê: Xezze şeref û îzzeta 2 Mîlyar Misilmanan diparêze

Suheyl el-Hîndîyê ji rayedarên HAMASê: Xezze şeref û îzzeta 2 Mîlyar Misilmanan diparêze

Suheyl el-Hîndîyê ji rayedarên HAMASê got ku, “Xezze her çiqas di bin zulmê de be jî wê ala spî ya teslîmiyetê hilnede, serî li ber sîyonîstên îşxalker natewîne, dev ji berxwedana xwe bernede û heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bike.”

Li Wanê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya "Rêberê Cîhadê Hz Muhammed" çalakiya Mevlid-a Nebî hat lidarxistin.

Endamê Buroya Siyasî ya HAMASê Suheyl El-Hîndî wek axaftvan beşdarî çalakiya li Kolana Sihke ya Qada Beşyolê hat lidarxistin bû.

Min silavên birayên xwe yên ku niha li Xezzeyê di bin dorpêçê de ne, ji we re anî. Silavên pêşengên berxwedanê ji we re anî. Silava berxwedanê ya ku niha mamosteyê cîhadê dike ji we re anî. Ez silav ji birayê xwe Îsmaîl Heniyyeyê ku bavê şehîdan û niha rêberê şehîdên Xezzeyêye ji we re anîm. Ez silavan Muhammed Deyf û Yehya Sinwar ji we re anîm. Heta ku em di vê rêyê de bi hev re micadele bikin, heta ku em vê civakê û vê hêza we di mîtîngan de bibînin, ji bîr nekin birayên me yên li Xezzeyê wê her tim serbilind û bextewar bin.

“Xezze cihê êtîmê ku serê êtîmekê din mist dide ye”

Hîndî yê ku, “Her çiqas em di nav ewqas mirin û bêhêvîtîyê bin, em bîr nekin ku Rebbê me vêya we’dî me dike: Sist nebin û xemgîn jî nebin! Eger hun mumin bin, ên serkeftî helbet hûn in. Û Rebbê me ji mere ev tişta dibêje: Ewê ku evdê xwe di şevekê de ji bo hin ayetên xwe şanî wî bide, ji Mizgefta Heramê biriye Mizgefta Eqsayê ya ku me hawirdora wê pîroz kiriye, ji her kêmasiyê pak û berî ye. Bêguman Xweda semî’ û besîr e. ayetana xwend gotina xwe wisa domand, “Bîr nekin ku Xezze aniha di nav birînan de ye. Eger ji we re mirovên ku di bin “bêdengî”yê de pelçiqîne bipirsin bîr nekin ku ew Xezzeye. Xezze cihê êtîmê ku serê êtîmekê din mist dide ye.”

“Xezze sebir dike”

Suheyl el-Hîndî di gotinê xwe de wisa dewam kir:

“10 hezarê wê giran birîndar, 80 hezar birîndar li Xezzeyê hene. Zêdeyî 30 hezarî şehîd li Xezzeyê hene. Hun zarok, pîrek û îxtîyarên ku ji bin enqazan bi îşareta serkeftinê derdikevin dibînin? Ha ev zarok, pîrek û îxtîyarên Xezzeyê ne. Lê belê Xezze sebir dike, sebir dike û sebir dike. Xezze her çiqas di bin zulmê de be jî wê ala spî ya teslîmiyetê hilnede, serî li ber sîyonîstên îşxalker natewîne, dev ji berxwedana xwe bernede û heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bike. Xezze şeref û îzzeta 2 Mîlyar Misilmanan diparêze. Xezze temsîlîyeta giştikê Misilmana dike.

“Tofana Eqsayê ji bo parastina Qudsê bû”

El Hîndî got ku, “Tofana Eqsayê ya 7ê cotmehê ji bo parastina Qudsê ya ku qibla me ya ewil e bû. Ev karê ku me kirîye ne kare ke biçûk e. Emê di vê reyê de dewam bikin, em na sekinin. Xuşk û birayên min, ez dixwazim ji we re bibêjim ku berxwedan niha di rewşeke pir baş de ye. Rewşa mucahîdên me yên Qassam pir baş in, leşkerên me yên ku ji sifirê ve leşkerên dijmin kuştine, dijminên Xwedê kuştine, leşkerên îsraîlî yên siyonîst kuştine, mucahidên me yên Qassam niha di rewşeke pir baş de ne. Birayên min, zêdeyî 100 birayên me yên di 7ê cotmehê de şehîd ketin, birayên me yên ku Quran hafiz dikirin bûn. Ew Selahedîn-î Eyyûbî ji xwe re mînak girtin, ku em niha wî wek bapîrê xwe dibînin. Peyamê we, gihaştiye Tûgayên Qessamê, xuşk û birayên wê yên li Xezzeyê.”

“Erê Xezze niha di rewşeke baş de ye, Qassam jî di rewşeke baş de ye, lê çi dibe bila bibe, dîsa jî Xezze hewcedarê ummetê ye”

El-Hîndî di dawîya gotinên xwe de wuha got:

“Ger dewletek Misilman hebûya ku ji roja ku berxwedanê dest pê kir heta îro bi mucahidên Qessam re bûya, bi taybetî roja ewil, em ji bîr nekin ku me nimêja êvarê an jî nimêja şevê li Mescîda Eqsayê bikira. Xuşk û birayên min, divê em xwe ji cîhadê re ku Xwedê Teala ferman kiriye, amade bikin. Dibêje, bi mal û canê xwe cîhadê bikin. Ji ber vê yekê em bi mal û canê xwe şer dikin û di vî warî de hêviya alîkariya we dikin. Xwişk û birayên min li vir kom bûne, ez spasiya we dikim ji ber ku peyama we gihîştiye Xezzeyê, Tûgayên Qessam, birayên we û gelê Xezzeyê. Peyama we ev bû: Ji berxwedanê re erê, ji berxwedanê re erê… Ji Xezzeyê re erê, ji Qessam re erê. Ey birayên min! Di dawiyê de, ez dixwazim vê yekê ji we bibihîzim: Ma hûn dibêjin 'Ez ji bo Xezzeyê he me'? Ma hûn amade ne ku ji bo Xezzeyê berdêlê bidin? Ma hûn amade ne ku bi mal û canê xwe berdêla zarokên Xezzeyê, ji bo zarokên ku xwîna wan li Xezzeyê hatiye rijandin bidin? Wê demê birayên min em ê li benda we bin, em ê li Xezzeyê li benda we bin. Ey birayên min, neviyên Selaheddîn Xezzeyê bi dest bixin, wê azad bikin û Mizgefta Eqsayê azad bikin civîna me ya herî mezin wê li hewşa Mescîda Eqsayê be.

Bername bi duayên Muhemmed Emîn Demîrm ku piştî hin stranan hat xwendin bi dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.