1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Sûrîyeyî dixwazin di nav aramî û hizûrê de bijîn
Sûrîyeyî dixwazin di nav aramî û hizûrê de bijîn

Sûrîyeyî dixwazin di nav aramî û hizûrê de bijîn

Şênîyên herêma Soranê xwestin dawî li şerê navxweyî ya li Sûrîyê bê anîn û di nav aramî û hizûrê de bijîn.

A+A-

Şênîya Sorana ku bi ser Helebê ve girêdayî ye di bergeha Mertala Firadê de ji DAIŞê hat standin û niha şênîyên wê yên esil hewil didin lê jiyana xwe biborînin. Şênîyên ku daxuyanî dan ÎLKHAyê destnîşan kirin ew dixwazin dawî li vî şerî bê anîn û ew di nav aramî û hizûrê de bijîn.

Şênîyê bi navê Abdurrezak Murat Raîlê ku ji ÎLKHAyê re axivî derbarê mijarê de diyar kir ew Rûsya û Amerîkayê li axên xwe naxwazin  û wiha got: “Em Amerîka û Rûsîyan naxwazin. Em li vê derê li ser axên xwe dixwazin di nav aramî û aştîyê de bijîn.”

“Ev êş û elema ku em dikşînin bese êdî”

Kemal Muxtarê ji şênîyên herêmê derbarê mijarê diyar kir ew lanetê li terorê tînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em lenetê li terorê tînin. Em ji we gelekî razî ne. Hûn birayên me ne. Em dixwazin li vê derê bijîn. Ev axên me ne. Bila teror li vê derê nemîne. PKK, YPG, DAIŞ tev de yek in û wek hev in. Ev tev zarokan dikujin. Bila ji axên me dûr kevin û derkevin da ku em di nav aramîyê de bijîn. Êdî ev êş û elema ku me kişand bes e. Pêşî DAIŞ hat malik li me xera kir û niha jî ev.”

 “Mal û warên me xera û talan kirin”

Mervan Îsmaîlê ku diyar kir dawî li vî şerî ku li ser axên wan rû daye bê derbarê mijarê de wisa axivî: “Ev bû 7 sal ku em di nav vî şerî de ne. Rêxistinên PKK û DAIŞê her tim êrîşî me kirin. Mal û warên me xera û talan kirin. Êdî em dixwazin di nav aramîyê de bijîn û dawî li vî şerî bê.”

“Em ji dengê azanê re hesret mane”

Kemal Durmuşê ku diyar kir camîyên wan tev xera bûne û ew ji dengê azanê re hesret mane derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “PKK/YPG  û DAIŞ malên me xera kir û me şand sirgûnê. Malên temamê birayên me yên ku li Tirkîyê ne xera bûne. Dixwazin vegerin malên xwe lê nikarin. Lewra nikarin malên xwe ava bikin. Pêdivîya me bi av û ceyranê heye, em dixwazin di vî warî de ji me re alîkarî bê kirin. Camîyên xera bûne. Em ji dengê azanê re hesret mane. Em ji we alîkarîyê teleb dikin.”

 “Em Ereb, Tirk û Kurd birayên hev in”

Omer Molla Allavê ku diyar kir Kurd, Tirk û Ereb tev birayên hev in derbarê mijarê de diyar kir ew PKK, Rûsya û Amerîkayê naxwazin û Efrîn birayê me ye.

Her wisa kesê bi navê Xalid Îbrahîm Ebu Saîd jî diyar kir ew li dijî DAIŞ, PKK, Amerîka û Rûsyayê ku Mislimanan dikujin in.

ÎLKHA







































Bu haber toplam 710 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.