1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê Mavî Marmarayê da jibîrvekirin
Têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê Mavî Marmarayê da jibîrvekirin

Têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê Mavî Marmarayê da jibîrvekirin

WAN - Siyasetmedar û aktvîstên Wanî di salvegera 6 emîn a êrîşa Mavî Marmarayê ya ku ji teref Îsraîlê ve hat kirin û bû sedema mirina 10 Mislimanan de ji ÎLKHAyê re axivîn.

A+A-

Li ser êrîşa Mavî Marmarayê ya ku ji teref Îsraîlê ve hat kirin û di encama êrîşê de 10 Misliman jiyana xwe ji dest dan 6 sal derbas bû. Lê ji bo ku rêvebirên Îsraîlî werin girtin hêj jî vî mijarê ranegihandine înterpolê. Ji ber vî yekê Siyasetmedar û aktvîstên Wanî bertek nîşan dan.

Di derbarê mijara Mavî Marmarayê de endamê GÎKa HUDA PARê Parêzer M. Mehdî Oguz, Rojnameger û Nivîskar Abdulhalîm Almali û Kemal Çelen diyar kirin ku doza Mavî Marmarayê gelek giran birêve tê birin.

Endamê GÎKa HUDA PARê Parêzer M. Mehdî Oguz diyar kir ku pêvajoya darizandinê ya doza Mavî Marmarayê bi şiklekî zanîn tê dirêjkirin. Dûvre Oguz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji teref hikûmetê ve ji bo ku rêvebirên Îsraîlê werin darizandin doz hat vekirin. Dadgeh di derbarê vî dozê de daxwazî kir. Lê li ser navê hikûmet û wezaretî di derbarê vî yekê de tu tiştekî nakin. Ev yek jî dide nîşandan ku vî mijarê de kêfiyet heye. Di rojevê de tim û tim tê belavkirin ku piştê perdê hewl tê dayîn ku têkliyên Tirkiye û Îsraîlê wekê berê baş bibe. Geh geh ev yek ji teref hikûmetê ve tê teyîtkirin. Ev ji teref Îsraîlê ve jî tê ziman. Yanê çawa xuya dike hewl tê dayîn ku têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê wekê berê baş bibe û digel neheqiya Îsraîlê rapêçan didome.”

 “Divê ku Îsraîl li ber çavê dinyayê uzr bixwaze”

Oguz bal kişan ku uzr xwestina Îsraîlê ya bi telefonê nayê qebûlkirin. Di derbarê vî yekê de çawa ku Îsraîl êrîşê li ber çavê dinyayê kir divê ku bi heman wechê Îsraîl li ber çavê dinyayê uzr bixwaze. Dûvre Oguz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tirkiye ji Îsraîlê çi xwestibû? Di serî de uzr xwestin divê ku abluqaya li ser Xezê were rakirin û tezmînat bide. Niha di derbarê dayîna tezmînatê de Îsraîl eşkere qebûl dike ku tezmînatê bide. Tê diyarkirin Îsraîlê ku li ber çavên herkesê însanan qetil kiriye bi telefonê uzr xwestiye. Heke we li ber çavên herkesê van qetlîaman kiriye divê bi heman şiklê Îsraîl li ber çavê dinyayê uzr bixwaze.”

Tirkiye çima bangewaziya înterpolê nake?

Oguz diyar kir di van rojên dawî de têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê baş bûye û di derbarê têkiliyan de gavên cidî hatine avêtin. Ji ber vî yekê Tirkiye bangewaziya înterpolê nake. Dûvre Oguz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Piştî bûyera Mavî Marmarayê Îsraîlê çendîn bar Filîstînê ser û bin kir. bi hezaran Filîstîniyan avêt zindanan. Îşkence kir û hêj jî zexta wî didome. Ev tiştên li ber çev dide nîşandan ku hikûmet semîmî nînin. Mixabin di van rojên dawî de gor agahiyên raya giştî di derbarê vejiyandina têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê gavên cidî hatine avêtin.”

Aktivîstê Mavî Marmarayê Rojnameger û Nivîskar a. Halîm Almali jî qala zilma Sîyonîst Îsraîlê kir. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di rêwîtiya gelek beşdarên ji welatên cûr bi cûr ji bo birayên me yên Misliman ên Filîstînî hatibûn de me ji bo ku alîkarî li Filîstînê were kirin hereket kir. Lê Îsraîl ji bo ku hêza xwe bide nîşanê dinyayê û Mislimanan bitirsîne bi şiklekî wehşiyane êrîşê me kir. Di dawiya êrîşê de 10 birayên me şehîd bûn. Em 3 roj di esarete dê man. Ji ber ku ji her terefê dinyayê bertek hat nîşandan ew mecbûr man û me serbest berdan.”

 “Meseleya me ya herî mezin ew e ku doz giran dimeşe”

Almali destnîşan kir ji bo ku têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê pêşve biçe doza Mavî Marmarayê giran dimeşe. Almali wiha li axavtina xwe zêde kir: “Saziya sîyasî ya li Tirkiyê hewl dide ku hedîseya Mavî Marmarayê ji bo hewcedariya konjekturê dinirxîne. Ji ber vî yekê ev jî xizmên şehîdan û me xemgîn dike. Lewra em tu wext mihtacê Îsraîlê nebûn. Ji ber ku Îsraîl mihtacê me ye hewl dide ku nêzikê me bibe. “

 “Wek aktivîstên Wanî me gelek zehmetî kişandin”

Aktivîst Kemal Çelen diyar kir ku ji Wanê 6 heval beşdarê konvoya Keştiya Mavî Marmarayê bûne. Di derbarê mijarê de Çelen axavtina xwe wiha domand: “Wekê aktivîstên ku ji çar terefên Tirkiyê heta ji welatên din hatibûn em bi hêviyekî ji Wanê ketin rê. Ji bi azadiya Xezê, sêwiyên Xezê, ji bo ku dawî li  zehmetiyên ku jinebiyan kişandibûn were bi şiklekî hêvîdar em ketin rê. Lê wekê ku hûn dizanin keştî ji teref Îsraîlê ve hat astengkirin. Ji xeynî vê yekê helwesta wî ya li hembeê însanên di nav keştiyê de wehşiyane bû. Wek aktivîstên Wanî me gelek zehmetî kişandin.”

 “Li Tirkiyê pêvajoyekê daraziyê ya ku giran dimeşe heye”

Çelen destnîşan kir ku li Tirkiyê pêvajoyekê daraziyê ya ku giran dimeşe heye û ji bo biryara înterpolê ji teref Tirkiyê ve belge di wextê de nehatiye ragihandin. Dûvre Çelen wiha dawî li axavtina xwe anî: “Piştî ku Sîyonîst Îsraîl êrîşê Keştiya Mavî Marmarayê kir di pêvajoya dûvre de em li Tirkiyê bi pêvajoya darazandinekî giran re rû bi rû man. Darazî hertim taloq diavêje. Darizandinên li Tirkiye û yên navneteweyî bi şiklekî giran tên meşandin û em dikarin bibêjin ku Tirkiye di vî mijarê de pasif maye.” (ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.