Tekoşîna jiyana mamê ku ji Nisêbînê koç kiriye

Tekoşîna jiyana mamê ku ji Nisêbînê koç kiriye

MÊRDÎN - Mamê Selaheddînê 54 salî yê ku ji ber pevçûnan ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê koçê Qoserê kiriye ji bo ku mihtacê tu kesî nebe boyexkariya pêlavan dike.

Mamê Selaheddînê 54 salî yê ku ji ber pevçûnan ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê koçê Qoserê kiriye ji bo ku mihtacê tu kesî nebe boyexkariya pêlavan dike.

Mamê Selahaddîn di derbarê renc û zehmetiyên ku dikêşe de ji ÎLKHAyê re axivî. Mamê Selaheddîn diyar kir ku qet nezewiciye û bi xûşka xwe ya zewicandî re di avahiyê ku piştî koçkirina li Qoserê kirê kirine de dimîne. Mamê Selaheddîn di gel astengdariya xwe ya bedenî ev 2 meh e ku li navçeya Qoserê karê boyaxtiyê dike.

Mamê belengaz destnîşan kir ku mala wî ya li Nisêbînê bûye wêran. Mamê Selaheddînê ku ji ber pevçûnan koçê Qoserê kiriye kovandar e. Mam destnîşan kir ku cotekî pêlav di miqabilê 1 tl de boyax dike û wek rojane jî nêzê 5-10 tl qezenc dike.

 “Li Nisêbînê mala min xirab bû, ji bo ku mihtacê tu kesî nebim ez pêlav boyax dikim”

Mamê Selaheddîn belav kir ku wek kirê 400 lîre didin mala ku tê de dimînin. Dûvre Mam wiha pê de çû: “Ev nêzê 2 meh e ku ez ji ber pevçûnên Nisêbînê hatime Qoserê. Li nisêbînê mala me hebû lê niha ser û bin bûye. Qismet nebû ku ez bizewicim. Ez bi xûşk û zavayê xwe re hatim vir. Niha ez li cem wan dimînim. Wek kirê em 400 lîre didin mala ku em tê de dimînin. Ji bo ku mihtacê tu kesî nebim ez karê boyaxtiyê dikim. Ez cotek pêlav ji bo 1 lîre boyax dikim. Di rojekî de nêzê 5-10 lîre qezenc dikim. Hemd ji Xweda re ku heta îro ez mihtacê tu kesî nebûme.”

Mamê Selaheddîn diyar kir ku nizane dê kengî biçe Nisêbînê. Dûvre Mam axavtina xwe wiha domand: “Em nizanin gelo dê em vegerin Nisêbînê ya ne. Wî yekê bes Xweda dizane. Ew di destê Xweda de ye.”(ÎLKHA)

 





ü

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.