1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Temamê kesên ku ceza dan Bilalê min tev di girtîgehê de ne”
“Temamê kesên ku ceza dan Bilalê min tev di girtîgehê de ne”

“Temamê kesên ku ceza dan Bilalê min tev di girtîgehê de ne”

Dê Zeynep Yararliya ku diyar kir lawê wê yê ku li Colemêrgê mamostetî dikir bi komplo û kumpasan hatiye girtin destnîşan kir lawê wê ev 18 sal in ku bi neheqî di girtîgehê de tê girtin û temamê kesên ku ceza dane lawê wê tev di girtîgehê de ne.

A+A-

Zeynep Yararliya 62 salî ya ku qala mexdûrîyeta xwe ji ÎLKHAyê vegot destnîşna kir lawê wê mexdûrê pêvajoya 28ê Sibatê ye û kumpas û komployên polêsên FETOyîst hatiye mehkûmkirin û ev 18 sal in belesebeb di girtîgehê de tê girtin.

 “Lawê min ji girtîgehê girtin û wî dîsa biribûn îşkencê”

Dê Zeynep Yararli di berdewama axavtina xwe de qala şeva binçavîya lawê kir û derbarê mijarê de wiha axivî: “Nîvê şevê bû, li derîyê me hat xistin. Lawê min bi destên xwe derî vekir. Em bi dengê ku hat derketin salonê. Me dît ku 2 kes hewil didin lawê min binçav bikin. Me bi rojan xeber jê nestand. Piştî 16 rojan em hîn bûn ku lawê min di girtîgeha Mûşê de ye.Piştî mehekê hat anîn Bidlîsê. Piştî çend mehan lawê min ji girtîgehê derxistin û ew birin îşkencê.”

 “Ev yek leystika FETO ye”

Dê Zeynep Yararli diyar kir ew heqê xwe li wan FETOyîstên ku lawê wê bi kumpasan girtine helal nake û got: “Kî vê yekê bi zarokên me kiribe, em heqê xwe li wan helal nakin. Ev leystika FETO ye. Me gelek zêde kişand, ez her roj digrîm, dilê min dişewite. Bavê wî mir, lawê min biçûk mir. Bi dilekî rihet wanan nedît.”

“Gelo lawê min balafir da rakirin û Stenbolê bombebaran kir?”

Dayika Zeynep diyar kir ew mensûbên FETO yên ku ji lawê wê re ceza dane di eşva 15ê Tîrmehê de Stenbol û Enqerê bombebaran kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelo lawê min balafir da rakirin û Stenbolê bombebaran kir? Naxêr. Gelo çû qereqolekê bombebaran kir? Naxêr.Gelo kesekî kuşt? Naxêr. Başe, ma lawê min çi kir? Lawê çûye mizgeftê û dersa Qur’anê daye.”

 “Em li benda edaletê ne”

Yararli di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin ku zarokên wan di vê pêvajoyê de ji nû ve bên darizandin ku ew ji vê yekê hêvîdar in. Dê Yararli dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ew ê vêcarê çêbibe înşallah. Gelo vê seferê çênebe qey ew ê qengî çêbibe? Piştî 15ê Tîrmehê dîtin ku zarokên me bêsûc in. Xweda heqê me ji wan re nehêle. Qezeban min dişewite. Em li benda edaletê ne. Hemû tişt edalet e. Ez di hevdîtina seatekî de tim tim digrîm, ew sebrê dide me û me tesellî dike. Ez bangî Wezareta Edaletê dikin. Sûcê lawê min tuneye. Bila lawê min ji nû ve bê darizandin.Ev leystika FETO ye. Kesên ku ceza dan lawê min tev di hundir de ne. Bila ev bibe 28ê Sibata dawî û hemû kes bigihijin zarokên xwe. Xweda cardin zilmeke wisa nîşanî van însanan nede. Xweda heqê me ji FETO nehêle.”

ÎLKHA






 

Bu haber toplam 1014 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.