Temsîlkarên saziyên civakên sivîl bernameya mewlûda nebî nirxandin: “Hz. Mûhammed Pêxemberê cîhadê ye ”

Temsîlkarên saziyên civakên sivîl bernameya mewlûda nebî nirxandin: “Hz. Mûhammed Pêxemberê cîhadê ye ”

Weqfa Evîndarê Pêxember li Batmanê bernameya Mewlûda Nebî lidarxist. Temsîlkarên saziyên civakên sivîl behs û qala bernameya mewlûda nebî kirin. Temsîlkarên saziyên civakên sivîl gotin: Pêxemberê me ne tenê Pêxemberê rehmetê ye, Pêxemberê cîhadê ye jî.

Weqfa Evîndarê Pêxember, li Êlihê Bernameya Mewlûda Nebî ya ku bi temaya Rêberê Cîhadê HZ: Mûhammed lidar xistibû.

Temsîlkarên saziyên civakên sivîl, bernameya mewlûda nebî nirxandin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarê Pêxember Kenan Çaplik weha got:“Di vê esra tarî de terk kirina sunneta Pêxemberê me bû sebeba çi encaman, vêga ev yek bi zelalî li ber çavan e. Elhamdûlîllah, evîndarên pêxember li Batmanê meydanan tije kir. hezkirina xwe ya ji pêxember re careka din da nîşandan. Em ji temamî xelkê xwe re teşekur dikin.”

Endamê Îttîhadûl Ûlemayê M.Alî Altûn jî derbarê bernameyê de axivî û got: “Vêga îhtiyaciya me ya sereke û mûhîm, şiûr û fikra cîhada Pêxemberê me ye. Lazime ku em wê hîn bibin û bidin tetbîqkirin. Îro li Xezzeyê cîhad heye. Lazime ku herkes wek cîhada pêxember ku vêga li xezzeyê tê tetbîqkirin û nîşandayîn, di heyat û jiyana xwe de tetbîq bikin û bicîh bikin.”

Berdevkê Platforma Nesla Quranê Mehmet Emîn Sutçu, behsa Xezzeyê kir û weha got: “Ev zêdetirî 7 meha ye ku li Xezzeyê cîhad heye. Zilim jî dewam dike. Bertek û nerazîbûnên biçûk yên Ummetê jî heye. maalesef sebeba ewqas qetlîam û kuştin û qirkirinan terk kirina cîhada pêxember e. lazime ku ummet biser xwe de were û careka din temamî hal û tevger û sunneta pêxember di heyata xwe de bicîh bikin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.