Tenê %10 ji xelkê Kobanî li nav bajêr de mane
Tenê %10 ji xelkê Kobanî li nav bajêr de mane
Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, tenê %10 ji xelkê Kobanî li nav bajêr de mane û yên din hemû reviyane bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê yan Bakurê Kurdistanê.
Peyamnêrên Rûdaw li Rojavayê Kurdistanê dibêjin, piraniya xelkê bajarê Kobanî yê Rojavay Kurdistanê û gundên derdora wê ji ber şer û êrişên DAIŞê reviyane bajarê Efrîn û Bakurê Kurdistanê.
Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê, her çiqas îro xekê herêma Kobanî yên ku ber bi Bakurê Kurdistanê ve diçin kêm bûne lê ew herêm pir vala bûye û tenê %10 ji xelkê Kobanî li nav bajêr de mane.
Li gorî agahiyan, rewşa koçberên ku derbasî Bakurê Kurdistanê bûne jî pir xirab e. hinek ji wan li derve dijîn û çêkirina kampan nû dest pê kiriye û gellek koçber jî li nav malên bakuriyan de hatine bicîkirin.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.